Ji Teksasê hat, bû ‘serokwezîrê’ muxalefeta Sûriyeyê
Ji Teksasê hat, bû ‘serokwezîrê’ muxalefeta Sûriyeyê
Ji Teksasê hat, bû ‘serokwezîrê’ muxalefeta Sûriyeyê
Koalîsyona Netewî ya Sûriyeyê (SUK) ku li Stenbolê civiya serokwezîrê hikûmetê yê demkî hat hilbijartin. Gasan Hîtto ku tê îdia kirin kurde û bi aliyê xwe yê îslamî tê dayîn tenê çend meh berê tevlî muxalefetê bû. Berê jî li Teksasê di şîrketeke telekomunîkasyonê de dixebitî.
Koalîsyona Netewî ya Sûriyeyê roja duşemê li Stenbolê serokwezîrê hikûmetê yê demborî hilbiajrtin. Her du civînên berê hatibûn betalkirin. Gasan Hîttîn yekemîn serokwezîrê axa Sûriyeyê ya ku komên çekdar desteser kiribû. Endamê koalîsyonê Hîşam Marwa, diyar kir ku Hîtto ji 49 dengan 35 girtiye. Bi giştî 11 endam hebûn. Reqîbê herî sereke yê Hîtto, wezîrê çandiniyê yê dema Hafiz Esad, Esa Mustefa bû. Esad Mustefa tenê 7 deng girt.
Hîtto di 1964’an de ji dayik bûye. Li Teksasê di şîrketeke telekomunîkasyonê de dixebitî. Di mijara 2012’an de derbasî muxalefetê bû. Tevli alîkariya mirovahî ya gelê Sûriyeyê bû.
Di civîna ku 70 endamên koalîsyonê tevli bûn de deng dayîn bi nîqaşên 14 saetan berdewam kir. Hinek Hîtto wek ‘endamê lihevkirinê’ pêşkêş kir û em aliyên lîberal û hem jî îslamî Hîtto di cih de dîtin.
Lê şefê eşîrê ahmet Jerba û muxalîf Welîd El Bunî û Kemal el Labwanî û gelek endamên Artêşa Azad tevli dengdanê nebûn.
Serokê koalîsyonê Ahmed Moaz El Katîb jî îdiaya ‘dengdaneke zelal, dengdaneke demokratîk’ avêt holê.
DÊ KOMÊN ÇEKDAR RAZÎ BIKE GELO?
Hîtto daxuyaniyek da û got: “Em ji gelê Sûriyeyê re dibêjin ku em ligel we ne. Û xwedê destûrê bide emê qezenc bikin. Em di demeke nêz de dê bernameya vê hikûmeta nû aşkera bikin.”
Endamê Koalîsyonê Samîr Naşar ji AFP’ê re axivî û got Hîtto dê derbasî Sûriyeyê bibe û dê bi şefên komên serhildêr yên li dijî rejîma Esad têkoşin re hevdîtinan bike. Naşar got lê ne nediyar eku komên çekdar dê serokwezîr çiqas qebûl bike.
Beriya dengdanê serokê fermandariya giştî ya OSO Selîm Îdrîs axivî û got hemû qadên li Sûriyeyê hatine azad kirin dê berpirsiyariya hikûmeta demborî biparêzin.
HIKÛMETA NÛ HER MEH 500 MÎLYON DOLAR DIXWAZE
Tê gotin ku Hikûmeta demborî dê navendî be. Berdevkê koalîsyonê Halîd El Saleh diyar kir ku hikûmetek li ser Înternet an jî Skype nekare xwe bi rêve bibe. Nûnerekî din yê koalîsyonê diyar kir ku hikûmet ji bo ku hin xizmetan bike divê her meh herî kêm 500 mîlyon dora bigire.