Ji Swêdê piştgirî ji Gulmen û Ozakça re hate dayin
Akademîsyen Necmiye Gulmen û mamoste Semîh Ozakça, ku di roja 75. a greva birçîbûnê de hatin binçavkirin, ji Swêdê piştgirî wergirtin.
Akademîsyen Necmiye Gulmen û mamoste Semîh Ozakça, ku di roja 75. a greva birçîbûnê de hatin binçavkirin, ji Swêdê piştgirî wergirtin.
Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Swêdê, Federasyona Elewiyan a Swêdê, komeleya Piştgiriyê, Însiyatîfa Aştiyê ya Jinê û Komeleya Çand û Piştgiriyê ya Mezopotamyayê daxuyaniyek dan çapemeniyê û xwestin Gulmen û Ozakça tavilê bên berdan û karê wan jî radestî wan bê kirin.
Komeleyan bang li hikumeta Swêdê û hêzên demokrasiyê jî kirin û ji wan xwestin, ku rejîma AKP'ê, ji ber zext, êrîş û girtinê şermezar bikin.