Ji Sultanbeyliyê 'Şoreşa Rojava' hat silavkirin
Ji Sultanbeyliyê 'Şoreşa Rojava' hat silavkirin
Ji Sultanbeyliyê 'Şoreşa Rojava' hat silavkirin
Meclîsa Gel a Sultanbeyliyê di mîhrîcana "Rizgariya Demokratîk, Avakirina Jiyana Azad" de Şoreşa Rojava silav kir.
Meclîsa Gel a Sultanbeylî ya Stenbolê di çarçoveya kampanyaya "Rizgariya Demokratîk, Avakirina Jiyana Azad" de li Taxa Hamîdiyeyê bi mîhrîcanekê "Şoreşa Rojava" silav kir. Mîhrîcan bi beşdariya bi sedan welatiyên di nav de Parlamentera BDP'ê ya Stenbolê Sebahat Tuncel, rêxistinên BDP’ê yên navçeyên Stenbolê heyî hate lidarxistin. Li cihê mîhrîcanê posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û siyasetmedarên jin ên Kurd Sakîne Cansiz, Leyla Şaylemez û Fîdan Dogan ku li Parîsê bi awayekî hovane hatibûn qetilkirin, hatin daliqandin. Di bernameyê de dirûşmayên ''Bijî Serok Apo'', ''Gelê Rojava ne bi tenê ye '' û ''Qatîl El Nusra, hevkarê wê AKP'' hatin berzkirin.
Mîhrîcan piştî deqîqeyek rêzgirtina ji bo cangoriyên Kurdistan destpê kir. Parlamentera Stenbolê Sabahat Tuncel li vir axaftinek kir û wiha got: "Dem dema xwedîderkatina li çareseriya demokratîk, meşa azad û dema pêkanîna pêdiviyên wê ne." Tuncel, di berdewama axaftina xwe de geşedanên li Rojava jî nirxand û wiha domand: "Li Rojava gelê me ber bi serketinê ve dimeşe."
Piştî axaftinan hunermendên Navenda Çand a Med û Navenda Çanda Arzela derketin ser dikê û bi stranên xwe gel coşandin. Mîhrîcana ku heya derengiyê şevê dewam kir, bi girtina govendê dawî bû.