Ji SP ya Swîsre berteka tund: Bi bayê bezê divê serbest werin berdan

Partiya Sosyalîst a Swîsre, bertekek tund li dijî girtina wekîlên HDP’ê nîşan da û got: ‘’Wekîl bêyî ku bi derengî bikeve divê serbest werin berdan’ û ji bang li YE,KE kir ku bi lezgînî bicive.

Bertekên li dijî girtina hevserokên HDP’ê û wekîlan zêde dibin.

Yek ji du partiyên mezintirîn a Swîsreyê Partiya Sosyalîst bi daxuyaniyekê zexta li ser wekîlên HDP’ê bi zimanekî tund şermezar kir.

‘BI BAYÊ BEZÊ DIVÊ SERBEST WERIN BERDAN’

Di daxuyaniyê de hate gotin, li Tirkiyê polîtîkayên zext û zordariyê her roj dijwartir dibin û herî dawî êrîşa ku bi ser hevserokên HDP’ê û wekîlan de anîne bi ti awayî nikare were qebûlkirin.

Di daxuyaniyê de hate gotin: ‘’Em weke partiya sosyalîst, dixwazin bi bayê bezê Hevserokên HDP’ê Demîrtaş û Yuksekdag serbest werin berdan’’ û hevdîtina xwe ya di meha HezÎranê de ya ku bi Demîrtaş re kirin bi bîr xist.

 ‘HDP NÛNERÊ DEMOKRASIYA LI TIRKIYÊ YE’

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: ‘’Zexta li ser nûnerên girîng ê demokrasiya li Tirkiyê ya li ser Hevserokên HDP’ê bi ti awayî nikare were qebûlkirin’’ û bi berdewamî hate goitn, Swîsre divê têkiliyên dîplomatîk bi kar bîne û ji bo serbestberdana wekîlên girtî bikeve nav liv û tevgerê.

Di daxuyaniyê de hevdîtina duh a Wezîrê Karê Derve Mewlût Çavûşoglu ya bi Wezîrê Karê Derve ya SwÎsre Dîdîer Burkalter hate bibîrxistin û wiha anî ziman: ‘’Çavûşoglu duh careke dî jî nîşan dabû ku pir zehmet e ku Swîsre bi Tirkiyê re bikeve dîyalogê. Lê ji hevdîtina ku duh pêk hatî, divê mirov bi ser kirinên dij demokratîk ên Tirkiyê de biçe.’’

 ‘DIVÊ ENDAMTIYA TIRKIYÊ BIKEVE’

Di daxuyaniyê de hate gotin, polîtîkaya zextê ya li Tirkiyê û êrîşa bi ser HDP’ê de ji hêla Erdogan ve tê birêvebirin û di dema dawî de tiştên ku li Tirkiyê têne jiyîn, nîşan didin ku Peymana Mafê Mirovan tê binpêkirin. Ji ber van hemû tiştan em weke SP bang li Hikûmeta Federal a Swîsreyê dikin ku endamtiya Tirkiyê ya Konseya Ewropa were rakirin.

Di daxuyaniyê de ev xal hatin rêzkirin:

Konseya Federal a Swîsre ji bo serbestberdana wekîlên HDP’ê divê bikeve nav liv û tevgerê.

Komîteya Xaça Sor a Navnetewî û Konseya Ewropa bi lezgînî wekîlên di girtîgehê de ziyaret bike.

Konseya Federal a Swîsre divê lêbikole bê ka dewleta Tirk sûcê şer dike yan na.

Swîsre bi bayê bezê divê têkiliyên xwe yên bi serwîsên veşartî ya Tirk re bi dawî bike. Û divê were zanîn, ji mêj ve ye, li Tirkiyê mîsogeriya mafê mirovan nîn e.

Swîsre, divê peymanên firotina çekan a bi Tirkiyê re betal bike û peymanên dî jî, heta ku li Tirkiyê demokrasiyeke rasteqîn pêk were, divê bide sekinandin.