Ji Sosyalîst Enternasyonalê ji bo Kobanê banga çalakiyê

Ji Sosyalîst Enternasyonalê ji bo Kobanê banga çalakiyê

Serokê Sosyalîst Enternasyonal Giorgos Papandereou, ji bo li Kobanê ya tê xwestin ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve bê dagirkirin 'drameke mirovahiyê neyê jiyîn' banga çalakiya berbiçav li raya giştî ya navneteweyî kir.

Sosyalîst Enternasyon a ku ji 100 welatên li gelemperiya cîhanê 160 partî endamên wê hene, ji bo Kobanê ya ji 15'ê Îlonê û vir ve rastî êrîşên çeteyên dijminê mirovahiyê DAIŞ'ê tê, banga çalakiya berbiçav kir.

Bang ji aliyê Serokê Sosyalîst Enternasyonal Giorgos Papandeeou ve hat kirin. Papandereou di daxuyaniya xwe ya nivîskî de, ji bo li Kobanê 'drameke mirovahiyê neyê jiyîn' banga çalakiya berbiçav li raya giştî ya navneteweyî kir.

Papandreou got, "Di rewşeke ku DAIŞ hewl dide kontrola bajarê Sûriyeyê Kobanê yê li ser sînorê Tirkiyeyê bi dest bixe de, ji bo drameke mirovahiyê neyê jiyîn û pêşîgirtina li rîska tevlîhevkirineke berfireh a herêmî, banga çalakiya berbiçav li raya giştî ya cîhanê dikim."

Di bangawaziyê de ji 'pêwîstiya çalakiyê' ya ji bo parastina mafên mirovan ên bingehîn, ku DAIŞ gefê lê dixwe tê destekkirin û tê gotin, "Ji bo parastineke xurt a mirovên bêguneh ên li Iraq û Sûriyeyê, bi her awayî hewldan pêwîst e...Divê derbasbûna mirovên di bin xeteriyê de ne ya ji sînor (welatên herêmê) bê hêsankirin û pêşî li derbasbûna hêzên radîkal bê girtin."