Ji sextekariya Îngilîza cîhan matmayî ma

Ji sextekariya Îngilîza cîhan matmayî ma

Derket holê ku şirketek ya Îngilîza li şûna dedektora bombeyan, cihaza ku li topê golf digere, bi bihayê milyon dolara firotiye serî de Iraq, Erebîstana Siûdî, Gurcîstan, Nîjar û gelek dewletên din.

Li gorî nûçeya BBC, rêveberê şirketa malzemeyê lêgerîn û dîtinê de pêşketî McCormick ji ber ku, bihayê 40 milyon dolar dedektorê bombeyan yê sexte firotiye welatên navborî derket beramberî dadgehê.

 Dozger Richard Rîttam da xuyakirin ku, şîrketa McCormick di broşura belavkirî de û di destê leşkaran de xuya dike wêneyê balefir, keştî û avahî heyî, di rastiya xwe de newisaye ew dedektor tenê yên dîtina topên golfê ye.

Dozger aşkera kir ku, dedektor li bazara DYE ku bi 20 dolaran tê firotin hene, her wiha bi bahayê milyon dolara jî firotine Iraq, Guristan, Nîjer, Erebîstana Siûdî û gelek welatên din .