Ji serokê demî yê YE Hollandayê banga agirbestê

Wezîrê Karên Derve yê Hollandayê Bert Koenders, ku wezîfeya serokatiya demî ya Yekîtiya Ewropayê (YE) dewr girt, banga agirbestê li Tirkiyeyê û Kurdan kir û xwest, veger li pêvajoya aştiyê bê kirin.

Wezîrê Karên Derve yê Hollandayê Bert Koenders, ku wezîfeya serokatiya demî ya Yekîtiya Ewropayê (YE) dewr girt, banga agirbestê li Tirkiyeyê û Kurdan kir û xwest, veger li pêvajoya aştiyê bê kirin.

Koeders li Komîteya Têkiliyên Derve ya Parlamenta Ewropayê axivî û got, "Pêwîstiya me pê heye ku li Tirkiyeyê bi lezgînî veger li agirbest û pêvajoya aştiyê were kirin." Koenders bang li hemû aliyan kir, ku bêyî şerê heyî bigihêje asteke xetere û rê li ber zerarê mezin veke, bersivê bidin vê bangê.

Koeders da xuyakirin, ku divê Tirkiye hêzeke bi pîvan bi kar bîne û hurmetê nîşanî mafên mirovan bide.

Koenders her wiha ragihand ku Hollanda wê di serokatiya xwe ya demî de bike ku Yekîtiya Ewropa di vê mijarê de bêhtir çalak be.