Ji şer reviyan bûn hedefa çeteyên bi sator

Ji şer reviyan bûn hedefa çeteyên bi sator

Malbata Zoro ya ji Rojavayê Kurdistanê, ji Sûriyeyê koç kirin û li Kuçukçekmece ya Stenbolê bi cih bûn. Malbata Zoro li vir jî rastî êrîşa çeteyên bi sator hat. Polîsan mudaxaleyê koma çeteyan nekir û malbata kurd ya rastî êrîşê hat binçavkirin.

Malbata Zoro ji ANF’ê re axivî û  diyar kir ku bûyer di navbera du ciwanan de derketiye û her wiha li gorî vegotinên şêniyên texê ev êrîş organîzekirî hatiye kirin.

Malbata Zoro ji şerê Sûriyeyê reviya û beriya salek û nîvê li Stenbolê li Kanaryaya Kuçukçekmeceyê bi cih bûn. Li vir jî rehetî bo wan tuenbû. Di 9’ê tebaxê de  dayika 7 zarokan Feyruz Zoro ji bo cejnê bi 3 zarokên xwe re çû mala xizmê xwe . wesayîta ku kesan bikardianî li keça wê ya 11 salî qelibî.

NE ÊRÎŞKAR MALBAT HAT BINÇAVKIRIN

Di navbera wan kesan û kurê Feyruz yê 20 salî Rêdî de pevçûn derket. Her du kesan hewl dan Redî lînç bikin. Wan her du kesan gazî kesên derdorê kirin û êrîşê malbatê kirin, Rêdî jî li pey xwe kaş kirin. Xizmên malbata Zoro hewl dan malbatê rizgar bike lê vê carê mala wan rastî êrîşê hat.  Polîsan bûyer ji dûrve temaşe dikir û her wiha li şûna ku çeteyan binçav bike, malbat binçavkirin.  Malbat birin midûriyeta Polîsan a Sefakoy Înon. Malbat şevekê di nezaretxaneyê de ma û  bi hewldana welatiyên taxê hatin berdan.

MALBAT BI FIKARE

Me malbata Zoro li mala wan ziyaret kir. Fikarên wan hebûn. Malbata ji şer êş û azarên mezin kişandine diyar dikin ku ev şer di navbera du ciwanan de pêk hat.

Bav Kemal Zoro da zanîn ku salek û nîv berê ji ber şer hatine Stenbolê got: “Em li Qamişlo diman. Li Şamê lokanteya min hebû. Şer derket jiyan sero bino bû. Rejîma Baas her roj em tehdît dikirin. Me lokante  ji neçarî girt. Rejîmê xwest kurê min Îbrahîm û Egît bibin leşkeriyê. Ji ber vê em bi lez û bez derketin.  Ez, hevsera min û 3 zarokên min hatin Stenbolê. Du heb çûn Lubnan û Iraqê yê din li Sûriyeyê ma.

Em destpêkê hatin Hatayê, pişte em hatin cem xizmên xwe yên Kuçukçekmeceyê. Xizmên me em pir baş pêşwazîkirin. Her kesî dilê xwe ji me re vekr.  Em naxwazin bi kesî re pevçûn bikin. Ev pevçûn di navbera du ciwanan de derketiye. Em naxwazin mezin bibe.”

Li gorî vegotinên hevalê Rêdî yê kar F.K  û şêniyên taxê ev êrî bi organîze hatiye kirin.

JI POLÎSAN NÊZÎKATIYEK BALKÊŞ!

Hevalê Rêdî, F.K  da zanîn ku piştî bûher bihistiye çûye midûriyeta polîsan û wiha got: “Malbat li baxçeyê midûriyetê rawestandibûn. Milê çepê yê Rêdî birîndar bibû.  Malbatê bi derfetên xwe milê wî girê da bû. Min ji polîsan re got bibin nexweşxaneyê. Polîsan got divê biçin pasaportên xwe bînin. Em çûn qerekola Kanaryayê. Komeke li ber qerekolê bûn. Xwestin malbatê lînç bikin.  Kesek li wir bû got dê polîs tişta pêwist bike û malbatê bişînin deriyê sînor yê Hatayê.

Roja din piştî nimêja înê li kolana Arikuş komeke ji 30 kesî pêk dihat li cadeya Şahîn meşiyan û dirûşmeyên ‘ ji Sûriyeyî re na,  Sûriyeyiyan lînç bikin’ berzkirin. Polîsan dîsa temaşe kir. Ji bo pêşî li vê lîncê bê girtin em çûn BDP’a Kanaryayê. Bi alîkariya BDP’ê her du alî li hev hatin.