Ji saziyên Suryaniyan daxuyaniya destekkirina HDP'ê
Saziyên Suryaniyan dan xuyakirin ku di hilbijartinên 7'ê Hezîranê de ew ê destekê bidin HDP'ê û bang li hemû Suryaniyan kirin ku biçin ser sindoqan û dengê xwe ji bo HDP'ê bikar bînin.
Saziyên Suryaniyan dan xuyakirin ku di hilbijartinên 7'ê Hezîranê de ew ê destekê bidin HDP'ê û bang li hemû Suryaniyan kirin ku biçin ser sindoqan û dengê xwe ji bo HDP'ê bikar bînin.
Saziyên Suryaniyan dan xuyakirin ku di hilbijartinên 7'ê Hezîranê de ew ê destekê bidin HDP'ê û bang li hemû Suryaniyan kirin ku biçin ser sindoqan û dengê xwe ji bo HDP'ê bikar bînin.
Yekîtiya Suryaniyên li Ewropayê, Yekîtiya Jinên Suryanî ya Bethnahrîn, Federasyona Komeleyên Suryaniyan û Navenda Jinên Suryanî ya Tirkiyeyê, der barê hilbijartinên giştî yên 7'ê Hezîranê yên li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê de daxuyaniyeke hevpar dan.
'YA DESTÛRA BINGEHÎN A DEMOKRATÎK AN JÎ ÇIRAV'
Di daxuyaniyê de hat gotin, "Di rewşeke ku Rojhilata Navîn veguheriye cihê agir û xwînê de, her kes bi baldarî li bendê ye ku Tirkiye wê ber bi kîjan alî ve biçe. Hilbijartinên giştî yên parlamenteriyê yên 7'ê Hezîrana 2015'an jî di vê pêvajoyê de wê roleke girîng bilîzin" û hat destnîşankirin ku Tirkiye 'ya wê bi pêvajoya çareseriyê re bi destûreke bingehîn a demokratîk tacîdar bibe' û li herêmê bibe modela hemdem, yan jî wê di nava çirava heyî de biçike û bikeve nava serdemeke tarî.
Di dewama daxuyaniyê de hat ragihandin ku bi pêvajoya aştî û çareseriya demokratîk re, pêkanînên faşîst û zîhniyeta neteweya serdest ê bi kêr nayên û pêvajoyeke nû destpê kirin. Daxuyaniya hevpar bi vî rengî dewam kir:
'HDP VEGUHERÎ PROJEYEKE VEGIRTINÊ'
"Di serî de gelê Kurd têkoşînên azadiyê yên gelên bindest, derdorên civakî yên alîgirên demokrasiyê û rewşenbîrên pêşverû bi hewldan û fedekariyeke mezin hewl didin Tirkiyeyê biguherînin. Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di vê demê de xwedî hêzeke ku bandorê li civakê dike, nasnae, cihêrengî û dewlemendiya civakî ya hatiye înkarkirin, derxistiye holê. HDP û kevneşopiya wê ya têkoşînê, faktoreke bingehîn e ku bi zordayîna sîstemê re gel û baweriyên li Tirkiyeyê derxistiye holê û ji pirsgirêkên wan re çareserî dîtiye. Lîteratura HDP'ê ya ji bo hemû cihêrengiyan veguheriye projeyeke vegirtinê ya ku bersivê did pêwîstiyên bingehîn ên takekes û rastiya hemû beşên civakê."
'ALTERNATÎFA BI TENÊ'
Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser sempatiya gelê Suryanî ji bo HDP'ê û girîngiya têkoşîna ji bo hilweşandina benda hilbijartinê û hat gotin, "Tevî ku nêrîn, pêşniyar û rexneyên me hene jî, ji bo hilweşandina bendê û xerakirina polîtîkayên antî demokratîk ên dewletê, em ê heta dawiyê destekê bidin HDP'ê. Ji ber ku yekane alternatîfa zîhniyeta înkarê, di nava HDP'ê de xwe weke xeta demokratîk nîşan daye û ev xet îro kemilî ye. Lewma em serketina HDP'ê weke destketiya xwe dibînin û xwedî lê derdikevin."
'DIVÊ SURYANÎ HEMÛ DESTEKÊ BIDIN HDP'Ê
Saziyên Suryaniyan ji bo derbasbûna HDP'ê ji bendê û rakirina astengiyên li pêşiya gelan, bang li hemû Suryaniyên li nava welêt û derveyî welêt kirin ku li her cihê lê ne biçin ser sindoqan û destekê bidin HDP'ê.