Ji sazî û rêxistinên Kurd ên YDS bo balyozxaneya Fransa name

Ji sazî û rêxistinên Kurd ên YDS bo balyozxaneya Fransa name

Ji bo komkujiya Parîsê ku tê de sê jinên kurt hatibû qetilkirin bê ronîkirin ji sazî û rêxitinên Kurd yê Yekitiya Dewletên Serbixwe (YDS) nameyek hevbeş ji balyozxaneya Fransa ya li Moskowa paytexta Rûsyayê re hat şandin.

Bi mabesta zelalkirina komkujiya Parîsê ku têde sê jinên Kurd habibû qetilkirin sazî û rêxistinê Kurdên li YDS xabatên xwe didin meşandin, ji balyozxaneya Fransa ya Moskowê re name şandin.

Di nav de Otonomiya Çanda Kurd ya Rûsyayê, Yekîtiya Çanda YDS, Organîsazyona Kurd a Viyan a Moskowa, Otonomiya Çand û Hûner a Krasnadar, Otonomiya Çand û Hûner a Saratov û Otonomiya Çand û Hûner a Gorkî û hin saziyên din bi îmzeya “Nameya Yekitiya navnetewş ya saziyên kurd” name şandin.

Di nameya hat şandin de ji rayedarên Fransî tê xwestin ku di demek kurt de berpirsê bûyerê bê dîtin û bûyer were zelalkirin.