Ji Şaredariya Rennesê ji bo Kobanê 30 hezar Euro

Ji Şaredariya Rennesê ji bo Kobanê 30 hezar Euro

Meclîsa Şaredariya Bajarê Fransa Rennesê, bi yek dengî biryar da ji bo alîkariya lezgîn a Kobanê 30 hezar Euro alîkariyê bide.

Şaredara Rennesê û parlamenter Nathalie Appéré, ji Meclîsa Şaredariyê ya roja 13'ê Cotmehê civiya xwest, alîkariya 30 hezar Euro ya ji bo Kobanê pêşkêşî dengdanê bike. Li gorî vê biryarê wê alîkarî bi rêya Şaredariya Amedê were şandin.

Di navbera Şaredariyên Rennes û Amedê de ev demeke dirêj e hevkariyek heye. Di dengdanê de alîkariya mijara gotinê bi yek dengî hat pejirandin.

Li gel alîkariyê her wiha ji bo destekkirina Kurdên li dijî çeteyên DAIŞ'ê li Kobanê têdikoş in, deklarasyonek weşand.

Di deklarasyonê de hat gotin, "Pêwîst e Kurdên ji Kobanê di têkoşîna li dijî DAIŞ'ê de ji desteka civaka navneteweyî bawer bin."

Di vekirina rûniştina Meclîsa Şaredariyê de li ser navê Partiya Yekîtiya Demokratîk (UDB) endama encumenê Ana Sohier axivî û destnîşan kir ku têkoşîna Kurdan parastina pîvanên bingehîn ên demokrasiyê ye.

TÊKOŞÎNA KURDAN GERDÛNÎ YE

Sohier got, "Demokrasî ti carî nehatiye qezençkirin, Kurd vê dizanin. Têkoşîna gelê Kurd gerdûnî ye. Hêzên Kurd pîvanên bingehîn ên mîna laîkî, wekheviya jin û mêr, mafê diyarkirina çarenûsê ya gelan, diparêzin. Ev pîvan ne tenê di bin gefa êrîşên Dewleta Îslamê de ne, di heman demê de di bin gefa hikûmeta Tirk de ne ku pêşî li hemû alîkariyên însanî û leşkerî digire."

Ji Partiya Çep jî Yannick le Gargasson axivî û dûre biryara hat erêkirin, bi çepikan hat pîrozkirin.