Ji şahiya çandê ya xwendekaran re astengî

Ji şahiya çandê ya xwendekaran re astengî

Çalakiya çandî ya xwendekarên welatparêz ên li Zanîngeha Balikesîrê dixwînin, tê xwestin bê astengkirin.

Jenderme û polêsên ku par bi serdegirtinên malan û binçavkirinan hewl dan şahiya çandî ya ciwanan asteng bikin, îsal jî bi heman armancê gefê li xwediyên salona şahiyê dixun.

Piştî ku polêsan ji xwediyên salonê re gotin, "Van PKK'yî ne, cihêkar in, salonê nedin vana" xwediyên salonê li xwendekarên welatparêz geriyan û ji wan re gotin ku ew nikarin salonê bidin wan.

Xwendekarên welatparêz dan xuyakirin, ku bi armanca danasîna çanda xwe, ev 4 sal in ew vê şahiyê lidar dixin û gotin, "Berê jî bi serdegirtina malan, binçavkirin û girtinan hewl dan çalakiya me asteng bikin. Niha jî gefê li xwediyên salonê dixun. Lê çi dibe bila bibe em biryardar in çalakiya xwe lidar bixin."