Ji RSF'ê li hember Tirkiyeyê nerazîbûna 'sansûr'ê
Ji RSF'ê li hember Tirkiyeyê nerazîbûna 'sansûr'ê
Ji RSF'ê li hember Tirkiyeyê nerazîbûna 'sansûr'ê
Rojnamevanên Sînornenas ên Navneteweyî (RSF), ji bo li Komîsyona Meclîsê guhdarîkirina 4 wezîrên berê yên bi nelirêtiyê tên sûcdarkirin, qedexeya çapemeniyê hat dayîn rexne kir û got, “Sansûreke polîtîk a ne li gor ti pîvanan.”
RSF a navenda wê li Parîsê, ji bo li Komîsyona Meclîsê guhdarîkirina 4 wezîrên berê yên bi nelirêtiyê tên sûcdarkirin, qedexeya çapemeniyê hat dayîn rexne kir.
RSF’ê ev qedexe wek, “Sansûreke polîtîk a ne li gor ti pîvanan” nirxand û xwest biryara qedexeyê bê rakirin.
Biryara çapemeniyê ya ji aliyê Dadgeriya Sulh Ceza a 7. a Enqereyê, der barê Wezîrê Aboriyê yê berê Zafer Çaglayan, Wezîrê Karên Hundir ê berê Muammer Guler, Wezîrê Yekîtiya Ewropa yê berê Egemen Bagiş û Wezîrê Hawirdor û Bajarvaniyê yê berê Erdogan Bayraktar de ye.