Ji Rêxistina Efûyê ji bo rakirina Xala 301. kampanya

Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî banga îmzekirina daxwaznameya ku daxwaza rakirina Xala 301. a TCK’ê dike, kir.

Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî ji 2001’an ve her sal li gelek welatan di bin navê “Ji Bo Mafan Binivîse” kampanyayan dimeşîne. Rêxistin, îsal jî bi wesîleya 10’ê Kanûnê Hefteya Mafên Mirovan wê binpêkirina 12 mafên li Tirkiyeyê bixe rojeva xwe.

Ji aliyê Şaxa Tirkiyeyê ya Rêxistina Efûya ji 3 mijarên bixe rojevê 2 ev in; Kostas Sakkas ê ku di meha Tebaxê bi hevalê xwe re li Atînayê rastî êrîşa komek nijadperest û homofobîk hatî, di encam de hatiye derbkirin. Duyem jî têkîldarî Enver Elhak ê Zulkufî, bi nasnav Zûnarê siyasî ê ku girtina Serokê Muxalîf ê Malezyayî ji ber bi tweetan rexnekir tê dadgehkirin e.

BINPÊKIRINA MAFÊN EREN KESÎN DI ROJEVÊ DE YE

Rêxistina Efûyê binpêkirina têkîldarî Parêzer Eren Keskîn a ku Hevgerînendeya Giştî ya Rojnameya Ozgur Gundem û parazvana mafên mirovan, Kanûna 2014’an bi îdîaya li gor ‘Xala 301. a TCK’ê’ 'biçûkxistina neteweya Tirk’ ji aliyê dadgehê cezayê 10 meh girtîgehê hatibû dayin jî wê bixe rojeva xwe.

Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî ji bo Keskîn û parazvanên mafên mirovên ên mafê xwe yê azadiya îfadeyê bi awayekî aştiyane bikartînin neyên dadgehkirin, banga îmzekirina daxwaznameya ku daxwaza rakirina Xala 301. a TCK’ê dike, kir.

YA YEKEMÎN LI POLONYA BÛ

Ji bo detayê kampanyayê ev navnîşan dikare bê bikaranîn, http://haklaricinyaz.org . Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî her sal 10’ê Kanûnê Roja Mafên Mirovan, kampanya “Ji Bo Mafan Binivîse” li dar dixe. Kampanyaya yekemîn, sala 2001’an li Polonya hat lidarxistin. Ji 2001’an ve di çarçoveya kampanyayek nîzamî ji bo edaleta kesên rastî binpêkirina mafên mirovan hatine, ji rayedaran re gelek name û îmze tên şandin.