Ji Rêxistina Afû’yê ji bo Hakan Yaman bangewazî

Ji Rêxistina Afû’yê ji bo Hakan Yaman bangewazî

Şûbeya Rêxistina Afûya Navnetewî a Stenbolê bi boneya 10’ê Kanûnê hefteya Mafê Mirovan ku her sal kampanyayekê pêk tîne îsal jî ji bo Hakan Yaman yê ku di dema Berxwedana Parqa Gezî li Sarigaziyê ji aliyê polîsan ve hate derb kirin, kûr kirin û havêtin agir, re pêşkêş kirin. Ajokerê minûbûsê Hakan Yaman ku bi zûrê dimeşe û li gel hevsera wî Nihal Yaman endamên Rêxistina Afûya Navnetewî ku li pêş Kuleya Galata hatin cem hev, li Wezîrê Edaletê Sadullah Ergîn bangewaziya “Berpirsan derxin holê û ceza bikin” kirin.

Endamên Rêxistina Afûya Navnetewî ku di destê wan de posterên Hakan Yaman li gel findên pêketî di hilgirtin hemûyan bi yek dengî pirsa “Çi ji Hakan Yaman hat?” qêriyan. Çalekiya ku Hakan Yaman û hevsera wî Nihal Yeman jî beşdar bûyîn daxuyanî ji aliyê endamê Rêxistina Mafê mirovan a Navnetewî Erhan Mindiz ve hate kirin.

PÊŞÎN KUR KIRIN Û PIŞTRE JÎ AVÊTIN NAV AGIR Û TERKÎ MIRINÊ KIRIN!

Mindiz diyar kir ku ajokerê minûbisê Hakan Yaman yê 37 salî û babê du zarokan di dema 3’ê Tîrmehê de ji çalekiyên Parqa Gezî diçû mala xwe li rastî êrişa polîsan hat. Mandiz diyar kir ku destpêkê polîsan destpê kê ava şit li ser Yaman de rijandin, piştre jî derdora wî girtin û derb kirin û di encama vê yekê de Yaman çavê xwe yê çepê winda kir û ji aliyê polîsan ve hate avêtina nav agir û terkî mirinê kirin. Mindiz bi bîr xist ku piştî hakan Yaman li rastî vê êrişê hatî şûnde hemû jiyana wî hatiye gûhertin.

BERPIRSAN CEZA BIKIN!

Mindiz ku bal kişande ser tiştên bi serê Hakan Yaman hatine ne tûndiyekî biçûk a polîsane û wiha got: “Hakan Yaman doza di derbarê hewildana kûştinê de vekir lê hîna jî lêpirsînê de encamekî ber bi çav çênebûye.” Mindiz ku bagewaziya li Wezîrê Edaletê Sadullah Ergîn kir xwest ku di derbarê polîsên êrişî Hakan Yaman kirine lêpirsînekî ber biçav, bê alî û serbixwe bê kirin, polîs bên derxistina pêş edaletê û berpirs bêne ceza kirin.

Piştî daxuyaniyê ji bo kampanya ku bi daxwaza ceza kirina berpirsan hatiye destpê kirin îmze hatin kom kirin.