Ji rewşenbîrên Ermenî ji bo azadiya Ocalan piştgiriyek xurt

Ji rewşenbîrên Ermenî ji bo azadiya Ocalan piştgiriyek xurt

Kampanyaya îmzeyan a ji Ocalan re Azadî di qada navneteweyî de hatiye destpêkirin berdewam dike. Li Ermenîstanê rewşenbîr, akademîsyen, parlementer û hunermendên navdar ên Ermenî eqeleyek xurt nîşanî kampanyayê dan. 43 akademîsyen, rewşenbîr û nivîskarên navdar ên Ermenî kampanyayê îmze kirin.

Duh nivîskarê Kurd ê navdar Elîxanê Memê û Endama Komîteya Kurdistanê Medya Rêzan bi rewşenbîrên Ermenîyan re hevdîtin pêk anîn û ji bo azadiya Oalan îmze berhev kirin. Di hevdîtinê de akademîsyne, nivîskar, wênevan û peykerçekerên Ermenî piştgiriyek xurt dan kampanayê.

OCALAN DOST E

Nivîskar û wênenvan ku di heman demê de Serokê Çapxaneya Ermenî ye Van Ariyan bi hemû xebatkarên çapxaneyê ve piştgirî dan kampayaya îmzeyan û daxwaza azadiya ocalan kirin. Ariyan di hevdîtinêde got: “Em bi hemû koma xwe ve piştgirî didin vê kampanyayê. Ev kampanya ji bo kesek ku ji bo azadiya gelê û welatê xwe dikoşe hatiye destpêkirin. Em ê heta dawiyê piştgiriyê bidin. Em Abdullah Ocalan weke kesek mirovhez, dost û bi ya me ew ê ji bo gelên Rojhilata Navîn azadiyê bîne. Ji ber ku Ermeniyan ji destê Tirkan dîtiye û dizanin jiyana li wir çiqas zehmete, lewma piştgirî didin Kurdan. Em ji dil ji Ocalan hez dikin û dixwazin di demek in de azad bibe.”

Ariyan diyar kir ku Ocalan ji bo gelên Rojhilata Navîn weke fîlozofekî ronahî û azadiyê ye û dostê gelan e. Wiha berdewam kir: “Kesên wiha bi hezaran salan carek tên û ew tenê dikarin rê li sîstema kapîtalîzmê bigirin û modernîteya demokratîk ji gelan re bîne. Em bawer dikin ku dostaniya Kurd û Ermeniyan dikare bi Ocalan pêş bikeve.”

Di hevdîtina ku nivîskarên Ermenî yên weke Sarkis Korêyan, Larîsa Harutsasiyan, wênevan Hrant Vaxaisiyan û weke din jî beşdar bûn de Serokê Nivîskarên Kurd ên Ermenîstanê Elîxanê Memeê û Endama Komîteya Kurdistanê Elîxanê Memê û Seroka Meclîsa Jinan a Ermenîstanê Medya Rêzan axivîn û derbarê kampanyaya îmzeyan a “Ji Ocalan re Azadî” ku 6’ê îlona 2012 li Brukselê ji aliyê Înîsiyatîfa Navneteweyî ya ji Ocalan re Azadî ve hate destpêkirin de agahî dan.

KESÊN XWEDÎ WIJDAN DIVÊ PIŞTGIRÎ BIDIN

Serokê Wêje Çand û Folklora Ermenî nivîskar Arêvşaht Avokiyan axivî û bi xêrhatina Elîxanê Memê û Meyda Rêzan kir û got: “Em jî dixwazin ku para me di vê kampanyaya ji bo azadiya Birêz Abdullah Ocalan de hebe. Em dizanin ku pirsgirêka Ocalan ne tenê ya gelê Kurd e, bûye mijareke navneteweyî. Ev kampanya ya mirovahî û wijdanê ye. kesê xwedî wijda divê dengê xwe bide.” Avokiyan destnîşan kir ku têkoşîna Ocalan ne tenê ji bo gelê Kurd girîng e, ji bo hemû gelan girîng e û

Avokiyan bal kişand ser komploya navneteweyî ya ku di encama wê de Ocalan hate girtin û diyar kir ku gelê Kurd bi qasî 50 milyon e, mezintirîn gelê bê dewlet ê cîhanê ye û got: “Ev yek neheqiyeke mezin e li hemberî gelê Kurd” û wiha domand: “Em weke rewşenbîrên Ermenî em xwe weke dostên gelê Kurd dibînin û piştgiriyê didin kampanyaya îmzeyan a ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin.”

Piştî hevdîtinê rewşenbîrên Ermenî yek bi yek îmze avêtin û çûn Navenda Rewşenbîrên Kurd û Ermenî. Li wir Parlementerê Partiya Daşnaq (PŞA) Roben Aovsepyan bi dilxweşî kampanyayê pêşwazî kir û derbarê komkujiya li Parîsê pêk hat û di encamê de sê jinên Kurd ên siyasetmedar jiyana xwe ji dest dan û rewşa Ocalan de agahî wergirt.

Parlementerê Ermenî ji dewleta Franseyê xwest ku komkujiyê di demek kin de ronî bike û diyar kir ku pirsgirêka Kurd bi azadiya Ocalan çareser dibe.

Elîxanê Memê jî axavî û got: “Ez îro pir kêfxweş im ku ji bo rêberê xwe îmzeyan berhev dikim û di nava rewşenbîrên Ermenî de ewqas bi dilgermî tême pêşwazîkirin. Lê bûyereke din ku ewqas me xemgîn dike komkujiya Parîsê ye. Di vê komkujiyê de sê jinên Kurd jiyana xwe ji dest dan”. Memê ji ber komkujiyê dewleta Franse şermezar kir û xwest kujer di demek kin de bên peydakirin.