Ji rewşenbîrên Laz, Ermenî, Gurcî, Hemşînî piştgiriya ji Kobanê re
Ji rewşenbîrên Laz, Ermenî, Gurcî, Hemşînî piştgiriya ji Kobanê re
Ji rewşenbîrên Laz, Ermenî, Gurcî, Hemşînî piştgiriya ji Kobanê re
Rewşenbîr û rêxistinên Laz, Elewî, Ermenî, Gurcî, Hemşînî belavokek belav kirin û ragihandin ku li gel berxwedana Kobanê ne û gotin, “Gotina ez bêalî me tê wateya aligiriya zextdar, qatil û DAIŞ’ê ye.”
Gelek sazî û rewşenbîrên Ermenî, Laz, Elewî, Gurcî û Ezîdî û hwd. têkildarî berxwedana Kobanê daxuyaniyeke hevpar weşandin.
Di daxuyaniyê de êrîşên çeteyên DAIŞ û mudaxeleya polîs û çeteyên kontra yên li hember çalakiyên şermezarkirinê yen li hember êrîşên çeteyên DAIŞ hatin şermezarkirin.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:
"Desthilat ku di serî de li hember protestoyên gel e aşkera ye ku li cem DAIŞ e.
Yê bêdeng şeytanê bêziman e!
Gotina ez bêalî me tê wateya alîgiriya zextdar, qatil û DAIŞ’ê ye.
Divê her kes li hember serweri, DAIŞ û polîtîkayên bi xwîn ên derew li ser esasê biratiya gelan ref bigire.
Em wek kesên; Laz, Elewî, Ermenî, Gurcî, Hemşîn, Adîge, Abhaz, Oset, Çeçen, Azerî, Tirkmen, Ereb, Rûm, Suryanî, Ezîdî, Çîngene, Pontus, Pomak, Zaza, Kurd, Boşnak, Misliman, Xiristiyan, Yahudî... hemû gelên li herêmê diyar dikin, berxwedana Kobanê berxwedana gelan e û li ser esasê aştî edalet, azadî û wekheviyê wê biratiya gelan bê herêma me û em li rex berxwedana Kobanê ne.
"Bila alîkariya her cure leşkerî û lojîstîk a ji DAIŞ re bê qutkirin.
Bila korîdoreke bi armanca alîkariyên însanî û parastinê bigihêjin Kobanê werin vekirin.
Bila statuya Rojava bê naskirin.
Bila tezkereya şer û dagirkeriyê paşde bê kişandin.”
Şexsiyet û saziyên navê wan di metnê de wiha ne:
"Komeleya Çand û Lêgerînê ya Anadolu, Komeleya Antakya Samandag a Îskenderuniyan, Edîtorê zimanê Ermenî yê Rojnameya Agos Pakrat Estukyan, ji Rojnameya Apoyevmatînî Mîhaîl Vasîlîadîs, Nûnertiya Tirkiye ya Yekîtiya Suryaniyên Ewropa, Lîstikvanên Canşenlîgî,Tevgera Pomak a Demokratîk , Weqfa Çandê ya Êzidiyan, Civaknasê Ezîdî Azad Bariş, Grup Helesa, Serokê Navenda Çanda Gurcî Eşref Yilmaz, Komeleya Lêgerîn û Jiyandina Çanda Hemşîn, Komeleya Çandê ya Elewiyan a Hubyar Sultan, Rojnameya Jîneps , Mekteba Lazan,suryaniler.com, Rojnameya Sabro, Weşanên Pencere, wergêr Atîlla Tuygan, helbestvan û nivîskar Bedros Dagliyan, şanoger Haldun Açiksozlu, sosyolog ûaktîvîsta Laz Selma Koçîva, aktîvîst Altan Açikdîllî."