Ji Rewşenbîran banga ‘Destlênedayînê’

Gelek rewşenbîrî ji bo qanûna ‘Destlênedayîna’ parlementeran bang li parlamenteran kirin.

53 navên ku di nav wan de rewşenbîr, wekîlên kevin, akademîsyen, profesorên hiqûqê, nivîskar û komên baweriyê jî heyî, bang li wekîlan kir ku li dîjî hewldana AKP'ê ya ku amedekariya rakirina destlênedana wekilan dike rawestin. Bangawaziya ku xalên girîng hatine destgirtin de ev tişt hat gotin: "Tiştên di sala 1994'an de li dijî wekîlên DEP'ê pêk hatin û piştî wê texrîbatên di aliyê demokrasî û aştiyê de pêk hatin hê jî di hişmendiya raya giştî ya Tirkiyeyê de cihê xwe digirin. Îro jî dixwazin muxalefeta demokratîk bêdeng bikin, meclis ji hêla beşa herî zêde ve tê bêbandorkirin û bi vê pêşnûmeyê dixwazin lînceke civakî pêk bînin."

Piştre wekîlên kevin ên wekî Riza Turmen, Tarhan Erdem, Bînnaz Toprak, Suleyman Çelebî, Ziya Halîs; Dîsa prefesorên hiqûqê yên wekî Îbrahîm Kaboglû, Tûrgût Tarhanli, Levent Koker, Sevtap Yokûş; Nivîskarên wekî Adalet Agaoglû, Ahmet Umît, Mûrathan Muûngan, Oya Baydar, Hasan Cemal, Zulfû Lîvanelî; Akademîsyenên wekî Fûat Keyman, Yakin Erturk, Taha Parla; akademîsyenên wekî, Bakî Duzgun û Ganî Kaplan; Rewşenbîrên oldar yên wekî Omer Farûk Gergerlîoglû, Cîhangîr Îslam bang li wekîlên li meclîsê kir ku tevli lîstika AKP'ê nebin.

Rewşenbîran di banga xwe de diyar kir ku rakirina destlênedanê bi tevahî cezakirina li dijî rêgeza şexsî ye û ji ber ku rê li ber cezakirina kolektîf vedike wê neyê qebûlkirin.

Ji ber wê kesên ku li jêr îmzeyên wan cih digirin, bang li hemû wekîlan dikin ku bila li dijî rêgezên hiqûqa navneteweyî, hewldanên ku pêşî li siyaseta demokratîk digire derkevin û piştgiriyê nedin pêşnûmeyê.

KESÊN KU ÎMZEYÊN XWE AVÊTIN:

Adalet Agaoglû

Ahmet Umît

Akin Bîrdal

Alî Akel

Alper Taş

Aydin Engîn

Prof. Dr. Ayşe Erzan

Ayşegul Devecîoglû

Doç. Dr. Ayşen Candaş

Bakî Duzgun

Prof. Dr. Baskin Oran

Bekîr Agirdir

Prof. Dr. Bînnaz Toprak

Celal Başlangiç

Cevat Oneş

Prof. Dr. Cîhangîr Îslam

Fethiye Çetîn

Doç. Dr. Fîkret Başkaya

Fîkret Îlkîz

Prof. Dr. Fûat Keyman

Ganî Kaplan

Prof. Dr. Gençay Gursoy

Gulseren Onanç

Hasan Cemal

Hulya Gulbahar

Husnu Okçuoglû

Îbrahîm Betîl

Prof. Dr. Îbrahîm Kabaoglû

Prof. Dr. Levent Koker

Levent Tuzel

Mehmet Emîn Aktar

Melda Onûr

Mûrathan Mûngan

Nesrîn Nas

Orhan Gazî Ertekîn

Osman Kavala

Oya Baydar

Omer Farûk Gergerlîoglû

Omer Madra

Riza Turmen

Salman Kaya

Prof. Dr. Sevtap Yokuş

Suleyman Çelebî

Prof. Dr. Şebnem Korûr Fîncanci

Prof. Dr. Taha Parla

Tarhan Erdem

Prof. Dr. Tûrgût Tarhanli

Ûfûk Ûras

Umît Kardaş

Prof. Dr. Yakin Erturk

Yucel Sayman

Ziya Halîs

Zulfu Lîvanelî."