Ji Renzî ji bo Erdogan: Li Îtalyayê dadger li gorî hiqûqê tev digere, Ne li gorî Serokkomarê Tirk!

Ji ber sedama lêpirsîna li Îtlayayê ya têkildarî kurê Erdogan, sûc û gefên Erdogan, ji Serokwezîr Matteo Renzî bersiv hat. Rezî wiha got: “Li vî welatî dadger li gorî hiqûq û Distûra Bingehîn a Îtalayayê tev digerin. Ne li gorî Serokkomarê Tirk an.”

Li Îtalyayê bi îdîaya ku kurê Serokkomarê Tirk Recep T. Erdogan Bîlal Erdogan “Veguhestina pere ne li gor hiqûqê ” lêpirsîn hate vekirin, Erdogan di peyvîna xwe ya bi Raînews24’ê de, darazên Îtalyayê û hikûmet tehdît kiribû. Erdogan diyar kiribû ku li Îtalyayê ‘Mafya hene’ û ‘Bila bi mafayayên xwe re mijûl bibin’, lêpirsîn wê ziyanê bide ‘Têkiliyên her dû welatan” bi vî awayî gef kiribû.

Li hember daxuyanî û gefên Serokkomarê Tirk, bertekek herî hişk û bi zelal ji Serokwezîrê Îtalyayê Matteo Renzî hat. Renzî li ser hesabê Twîtterê daxuyaniyek da û wiha anî ziman: “Li vî welatî dadger li gorî qanûna û li gorî Distûra Bingehîn a Îtalyayê bi rê ve diçe. Ne li gorî Serokkomarê Tirk. Ji vê re dibêjin meznahiya hiqûqê.”

Erdogan beriya niha jî kurê xwe Bîlal Erdogan ê ku navê wî di lêpirsîna nelirêtiyê de derbas dibû, sala borî bi hinceta di asta xwendina xwe de dixtorayê bixwîne şandibû bajarê Bologna yê Îtalyayê. Bîlal Erdogan ê ku tê îdîa kirin ku ji ber lêpirsînên li Tirkiyeyê reviyabû, piştre wegeriyabû welat, lê rastiya vê meha Sibatê derket holê di nava îdîayên ku tê kirin de yek ji ji ber ku li Îtalayayê dozger lêpirsîn di der bare wî de vekiriye.