Ji Raportorê Alman bo Serfermandarê Tirk bersiv: “Min rastî gotin”
Ji Raportorê Alman bo Serfermandarê Tirk bersiv: “Min rastî gotin”
Ji Raportorê Alman bo Serfermandarê Tirk bersiv: “Min rastî gotin”
Raportorê hêzên çekdarî yê Meclisa Federal ya Almanyayê Helmut Hönigshaus bertek nîşanî daxuyaniyên Serfermandarê Tirk yên di derbarê leşkerên Alman yên di Batarya Fuzeyên Patriotan de erkdarin da. Königshaus got, di raporê de wî rastî gotine û rexneyên di derbarê rewşa leşkerên Alman yên di bataryayê de erkdarin dubare kir.
Helmut Hönigshaus ku ji rojnameya Suddeutsche Zeitung re axivî û rapora ku di derbarê rewşa leşkerên di batarya fuzeyan ya patriot yên li Mereşê de erkdarin amadekiribû careke din parast. Di rapora ku cih daye îfadeyên leşkerên Alman ku rexneyan li rayedarên leşkerî yên Tirk dikin, her wiha rexneyên xwe dubare kirin.
Königshaus bertek nîşanî daxuyaniyên Serfermandarê Tirk jî da û got, “Min di rapora xwe de rastî anîne ziman.”
‘LI LEŞKERA JIN YA ALMAN XISTIN ŞAHID JÎ HENE’
Raportorê Alman da diyarkirin ku, Albayek yê Tirk li leşkerek jin ya Alman xistiye û leşkerên din yên Alman ketine navberê, dikarin şahidiyê jî bikin. Her wiha hate diyarkirin ku, jina leşker birine nexweşxaneyê û rapora dixtor jî heye.
Helmut Hönigshaus di meha Sibatê de bi leşkerên Alman yên li Mereşê re hevdîtin çêkiribû û raporek amade kiribû, di vê raporê de rexneyên hişk li rayedarên leşkerî yên Tirk kiribû. Li gorî vê fermandarek yê Tirk ji ber sedema ku garnîzon ya artêşa Tirke, destûr nedabû ala Almanyayê bidaliqînin.
Di raporê de behsa leşkerên Tirk ku kuçikên derdorê digerin dikujin, şert û mercên cihên leşkerên Alman lê jiyan dikin nexweşe û giliyê wan hene hatibû kirin.
Her wiha Serfermandarê Tirk jî derbarê vê raporê de daxuyaniyek dabû û gotibû, evane dervey rastiyê ne.