Ji PYD’ê li Swêdê pêngava dîplomasiyê
Ji PYD’ê li Swêdê pêngava dîplomasiyê
Ji PYD’ê li Swêdê pêngava dîplomasiyê
Hevserokê Giştî yê PYD’ê Salih Muslim li paytexta Swêd Stockholmê bi rêxistinên sivîl, nunerên saziyên Swêdî û parlementeran re hin hevdîtin pêk anî. Muslim derbarê pêşketinên dawî yên li Sûriyeyê û Rojavayê Kurdistanê, helwesta PYD’ê ya li hemberî Esad û muxalefetê de agahî da.
Hevserokê PYD’ê Salih Muslim ku bi Rêveberê Giştî yê Estîtuya Polîtîkaya Derve ya Swêdê Per Jonsson re hevdîtinek pêk anî, derbarê pêkhateya li Rojavayê Kurdistanê de aghaî da û bal kişand ser girîngiya têkiliya di navbera Rojavayê Kurdistan û Swêdê de.
Jonsson da zanîn ku ew bi fikar nêzî bûyerên li Sûriyeyê dibin û got ku ew ê tevî heyetekê di rojên pêş de biçe serdana Rojava û li wir lêkolînan bike. Her wiha ji bo bikare bi PYD û partiyên din re hevdîtinê bike ji Muslîm alîkarî xwest.
Hevserokê PYD’ê Salih Muslim bi Şefa Navenda Olof Palme Jens Orback ku navenda wê li Stockholmê re ye jî hevdîtin pêk anî. Muslîm derbarê Rojava de agahî da û diyar kir ku gel êdî dest bi xwebirêvebirinê kirine û rêveberiya xweseriya demokratîk pêngav bi pêngav dixin meriyetê. Muslîm bal kişand ser rola jinan di şoreşa Rojava de û pêşniyar kir ku ew dixwazin li Stockholmê konferanseke derbarê pirsgirêka Kurd li Sûriyeyê û rewşa jinan de li dar bixin.
Orback, jî da zanîn ku pêşketinên li Rojava hêviyê dide wan û got ku ew ê piştgiriyê bidin têkoşîna gelê Rojava û hewldanên wan ên ji bo sazîbûnê. Her wiha da diyarkirin ku ji bo pêkhatina konferansê ew ê pêngavên şênber biavêjin. Di hevdîtinê de biryar hate dayin ku ji bo konferansê rayedarên PYD û Navenda Olof Palme bi hev re bicivin.
Piştre, Muslîm li parlementoyê bi parlementerên Partiya Keskan û Partiya Çep re hevdîtin pêk anî. Muslîm derbarê rewşa Rojava û Sûriyeyê de agahî da û derbarê helwesta PYD’ê ya li hemberî rejîma Esad û muxalefetê de jî daxuyaniyên berfireh da. Piştî ku îro Muslîm bi hin parlementeran re hevdîtin pêk bîne, dê bi nunerên muxalefeta Sûriye yên li Swêdê re jî hevdîtin bike.