Redkarê wijdanî Çelîk ku rastî gefa tecawîzê ya polîsên Tirk hat wiha got: “Min serî li dijî gefên tecawîzê yên dewleta tirk netewand. Ez natewînim jî. Tecawîz bikin jî, dê min ji fikir û ramanên min dûr nexîn û ez dê fikir û ramanên xwe biparêzim.
Redkarê wijdanî Mazlûm Çelîk li Enqereyê di demjimêrên serê sibê de ji aliyê polîsan ve rastî gefa mirin û tecawîzê hat. Çelîk destpêkê li kafeya ku rûdinişt rastî gefa tecawîzê hat û piştre jî polîsekî riya wî biriye, çeka xwe nîşan daye û gotiye li xwe baldar be.
Çelîk ku serê sibê di demjimêr 09.00’an de rastî gefa tecawîz û mirinê ya polîsan hat bûyer wiha vegot: “Min li kafeyekê çay vedixwar. Du polîs li maseya hemberî min rûniştin. Temaşeyî min kirin û gotin li jiyana xwe binêre. Ez ji cihê xwe rabûm û min got hûn kî ne? ji min re gotin tu bizanî dê alozî derkeve. Ez jî qîriyam û min tacîza polîs di nava gel de teşhîr kir. vê carê ji min re gotin; Neçe Altindagê, ger tu bijî em dê tecawîzê te bikin? Min kafe terk kir vê carê polîsekî riya min birî, çeka xwe nîşanê min da û got li xwe baldar be.”
Çelîk da zanîn ku, polîsekî ku ew jî li wê maseyê rûdinişt demek berê sixûrtî li hevalekî wî ferz kiriye û wiha got: “Piştî bûyerê serî li ÎHD’ê da. Ez ti carî li dijî gefên wan serî natewînim. Çi ji destê wan tê bila bikin. Min tu carî li hemberî dewleta tecawîzkar serî netewand. Ez natewînim jî. Tecawîz bikin jî ez di her şert û mercî de fikrên xwe diparêzim. Altindag jî taxa mine.”