Ji polîs hem şîdet û hem jî sûcê nefretê
Derket holê ku polîsan bi komî, li dijî xwendekarê zanîngehê Ozgur Ustaoglu yê LGBT’î yê li otoparka daîreya bacê, dev û rû li erdê hat dirêjkirin û kelepçekirin, sûcê nefretê kirine.
Derket holê ku polîsan bi komî, li dijî xwendekarê zanîngehê Ozgur Ustaoglu yê LGBT’î yê li otoparka daîreya bacê, dev û rû li erdê hat dirêjkirin û kelepçekirin, sûcê nefretê kirine.
Derket holê ku polîsan di komî, li dijî xwendekarê zanîngehê Ozgur Ustaoglu yê LGBT’î yê li otoparka daîreya bacê, dev û rû li erdê hat dirêjkirin û kelepçekirin, sûcê nefretê kirine.
Di nava xwendekarên zanîngehê yên ji pevçûna çekdarî ya li Midûriyeta Polîsan a Stenbolê reviyan û xwe spartin daîreya bacê ji aliyê polîsan ve bi dev û rû hatin dirêj kirin de, endamê LGBT’î kesê trans Ozgur Ustaoglu jî hebû. Ozgur Ustaoglu yê LGBT’î bû ji bilî şîdeta polîsan, rastî gotinên nefretê jî hat, ji ANF’ê re axivî. Ustaoglu ku xwe amade dike têkildarî polîsan gilî bike, got: “Dema ku nasnameya pembe li ser min derket, dijûn û heqeretên mezin li min kirin.”
Ustaoglu ji ber ku hevalên wî ji aliyê polîsan ve li fakulteyê hatibûn binçavkirin, bi hevalên xwe yên din re çibû ber Midûriyeta Polîsan a Stenbolê. Ustaoglu li benda hevalên xwe bû, ji pevçûna ku di navbera Elîf Sultan Kalsen a DHKP-C û polîsan de derketibû, reviya û çû xwe spart daîreya bacê.
TACÎZA KU 6 SAET NEQEDIYA
Ustaoglu tiştên ku wê rojê jiyan wiha vegot: “Piştî pevçûn hat jiyîn me xwest em biçin midûriyeta polîsan, lê polîsan berê çekên xwe dan me û nehiştin. Em komek xwendekar li daîreya bacê stirîbûn. Lê nêzî 30 polîsî bi ser daîreyê de girt û berê çekên xwe dan me. Gotin destê xwe rabikin, xwe li erdê dirêj bikin. Tehdîda; kî serê xwe rake wê bikujin kirin. Tevî me got ku em xwendekar in û li benda hevalên xwe yên ku li midûriyetê ne, jî pêkanînên xwe berdewam kirin. Polîsan em dev û rû li erdê dirêj kirin, destê me kelepçe kirin û em pihîn kirin. Li serê me, bedena me dixistin. Pêlê nasnameyan kirin. Dema li ser min nasnameya pembe derket, dijûn û heqaretên mezin li min kirin. Gotin em ê te biavêjin nav jinan. Qerfê xwe bi min kirin. Dema otobusên binçavkirinê hatin, jin û mêr ji hev veqetandin. Li wir jî tacîzê berdewam kir. Polîsan, bi komî gotin ‘trans hat, îb…e hat.’ Tam 6 saetan ev tacîz berdewam kir. Destûr nedan em biçin lawaboyê. Strana ‘Ez bimrim Tirkiyem’ lê didan û dijûn û heqaret li me dikirin.”
Ustaoglu yê ku rastî sûcê nefretê hat, xwe amade dike ku wê têkildarî polîsan de gilî bike û daxwaz kir ku polîs bên cezakirin.