Ji Pentagonê daxuyaniya li ser Kerkûkê
Pentagonê, têkildarî êrîşên li Kerkûkê banga diyalogê kir.
Pentagonê, têkildarî êrîşên li Kerkûkê banga diyalogê kir.
Wezareta Parastinê ya DYA (Pentagon) li ser êrîşên li dijî Kerkûkê daxuyaniyek da û got, "Em bang li hemû aliyan dikin ku xwe ji gavên aloziyê mezintir dikin, vegirin."
Berdevka Pentagonê Laûra Seal got, "Em bang li hemû aliyan dikin ku xwe ji çalakiyên ku zerarê didin têkoşîna li dijî DAIŞ'ê û aramiya Iraqê xera dikin, vegirin." Seal diyar kir, ku ew diyalogê weke rêya yekane dibînin û got, "Em Iraqa yekbûyî diparêzin."
Berdevkê maseya Rojhilata Navîn a Pentagonê serdar Adrîan Rankîne Galloway jî got, "Kîjan alî dibe bila bibe, em li dijî bikaranîna şîdetê ne. Têkildarî gavên qelskirina têkoşîna dijî DAIŞ'ê û xerakirina aramiya Iraqê, em hişyariyê didin."