Ji PEN’a Swêdê ji bo rojnamevanê Rûs xelata Tucholsky
Ji PEN’a Swêdê ji bo rojnamevanê Rûs xelata Tucholsky
Ji PEN’a Swêdê ji bo rojnamevanê Rûs xelata Tucholsky
Klûba PEN’a Swêdê xelata Tucholsky a sala 2013’an da rojnamevan-nivîskarê Rûs Masha Gessen. Di 15’ê Mijdarê de di “Roja Nivîskarên Girtî de” li mala Çanda Stockholmê bi merasimekê Wezîra Çandê Lena Adelsohn Liljeroth xelata Geseenê dayê.
Di merasîma xelatan de ku ji berhemên rojnamevan û nivîskarên ku li Rûsyayê di girtîgehê dene hinek beş hatin xwendin şûnde, Serokê Kluba PEN’a Swêdê Ola Larsmo di axaftina kirî de diyar kir ku Geesen li Rûsyayê di roja me ya îro de bi zimanekî bê tirs û bê dawî de tûnd û gefên li ser kêmaran aniye ziman û ji ber ku tekoşîn daye hêjayê xelatê hate dîtin.
Wezîra Çandêy a hikûmeta Swêdê ya ku li hemberî binpêkirina îfade û fikrê ya li Tirkiyê bêdeng dimîne Lena Adelsohn Liljeroth, bi zimanekî tûnd hikûmeta Rûsya rexne kir. Lijeroth ku diyar kir ew ji êrişên li ser azadiya çapemeniyê û li ser kesên EBT zêde dibe ditirse wiha got: “Li Rûsyayê tûndiyên ku li ser kesên EBT têne meşandin wê neyêne pejirinadin. Her wiha fobîna homo bi fermana rêveberên asta herî jor tê belav kirin em dibînîn. Em bi rêya Alikariya Saziyên Derve û Enstitûyên Swêdê demokrasiya li Rûsyayê û mafên mirovan ku saziyên ji bo tekoşîn didin destek dikîn.”
Gessen ku di sala 1967’an de li Moskova hate dinê, di sala 1981’an de bi malbata xwe re çûne New York’ê. Gessen ku di sala 1991’an de cardin vegeriya Rûsyayê ji bo rojnameyên New Republic, New Satatesman û Granta meqaleyan di nivîse û her wiha xedî pirtokên bi navê “Perfeckt Ligor”, “Blood Matters” û di sala 2012’an de pirtoka ku li ser Putîn a bi navê “Mirovê bê Rû” nivîsî.
Xelata Tucholsky di sala 2001’an de di doza MLKP’ê de hatibû dayina Asiye Guzel Zeybek a editor kevin a govara Pêngav û Rêya Karker ku 5 salan di girtîgehê de razabû.