Ji pêkhateyên Meclîsa Aştî û Demokrasiyê banga tevlîbûna festîvalê

Ji pêkhateyên Meclîsa Aştî û Demokrasiyê li Ewropayê Serokê Giştî yê AABK Huseyîn Mat, Rêveberê DÎDF'ê Yucel Ozdemîr û hevserokê AvEG-Konê Bakî Selçûk ji bo aştî û demokrasiyê banga tevlîbûna 'Festîvala Gelan' kirin.

Ji bo 23. Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî a li bajarê Elmanyay Dusseldorfê bi tenê du roj man. Ji organîzatorên festîvalê, Serokê Giştî yê AABK Huseyîn Mat, Rêveberê DÎDF'ê Yucel Ozdemîr û hevserokê AvEG-Konê Bakî Selçûk ji bo aştî û demokrasiyê banga tevlîbûna 'Festîvala Gelan' kirin.

Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî ku her sal bi kevneşopî tê lidarxistin, îsal ya 23. pêk tê. Tevî gelên Kurd, Ermenî, Tirk, Çerkez, Laz û Suryanî, Meclîsa Aştî û Demokrasiyê li Ewropayê ya ji 57 saziyan, di organîzasyona festîvalê de cih digire. Endamên Meclîsa Aştî û Demokrasiyê li Ewropayê Serokê Giştî yê Konfederasyona Yekîtiyên Elewiyan li Ewropayê (AABK) Huseyîn Mat, Endamê Desteya Rêveber a Federasyona Komeleyên Karkerên Demokratîk (DÎDF) Yucel Ozdemîr û Hevserokê Konfederasyona Koçberên Bindest li Ewropayê (AvEG-Kon) Bakî Selçûk diyar kirin ku li dijî faşîzma li Tirkiyeyê divê gel werin cem hev û got, Aştî û demokrasî bi têkoşîna gelan dikare werin." Mat, Ozdemîr û Selçûk ji bo festîvala gelan a 5'ê Îlonê li Dusseldorfê, banga beşdariyê kirin.

MAT: LI DIJÎ ŞER EM DI FESTÎVALA AŞTIYÊ DE BICIVIN

Serokê Giştî yê AABK Huseyîn Mat bibîr xist, ku AKP û Erdogan ên di hilbijartinên 7'ê Hezîranê de nekarî bibin desthilatdariya bi tena serê xwe, bi armanca cezakirina gelan bi taybetî jî gelê Kurd, dest bi komujiyan kirine. Mat got, "Kuştina zarokan, sivîlan, binçavkirin, girtin, îşkence em li salên 90'î vegerandin. Li dijî van zalimên di oxira desthilatdariya xwe de mafê bikaranîna her rê û rêbazê li gel xwe dibîne, divê em hêzên demokrasiyê bi hev re tevbigerin. Çeka me ya herî xurt biratiya gelan e. Çeka me temînata aştiyê ye. Di pêvajoyeke bi vî rengî de eger mirovên rastî komkujiyan tên hînê dikarin festîvalê lidar bixin û dengê xwe yê aştiyê bilind bike, divê hemû mirovahiya xwedî wijdan vî dengî bibihîze."

Mat destnîşan kir ku divê ti kes li hemberî êrîş û faşîzmê bêdeng nemînin û li dijî şerxwazan bang li aştîxwazan kir, ku di 5'ê Îlonê de beşdarî Festîvala Gelan a li Rheinwiese Dusseldorf-Oberkasselê bibin.

OZDEMÎR: JI BO AŞTÎ û DEMOKRASIYÊ EM BERÊ XWE BIDIN DUSSELDORFÊ

Endamê Desteya Rêveber a DÎDF'ê Yucel Ozdemîr jî ragihand ku pêwîstiya gelên Anatolî û Mezopotamyayê herî zêde di van rojan de bi aştî û biratiyê heye û anî ziman ku agahiyên şer û mirinê yên ji herêmê tên, wan diêşîne. Ozdemîr diyar kir ku dewleta Tirk û hikûmeta AKP'ê ya li ser kar, planên şer ên destpêka salên 90'î xistine dewrê û got, "Li hemberî vê şerê berfireh ê li hemberî gelê Kurd, hêzên ked û demokrasiyê yên mûxalîf, ne pêkane ku Kurdistanî, Şoreşger, Elewî, Êzidî, Suryanî, Ermenî û gelên din ên li Ewropayê dijîn bêdeng bin. Em têkoşîna xwe ya ji komkujiya li Pirsûsê û vir ve dimeşînin, di 5'ê Îlonê de li Dusseldorfê bi 'Festîvala Gelan' dikin yek. Em ê bi hev re nerazîbûnê nîşanî kesên xwîn û rondikên çavan ji gelê me re rewa dibîbinin bidin. Em ê bi hev re daxwaza xwe ya aştiyê bilêv bikin. Em bixwazin ku bi Birêz Ocalan ê pêvajoya muzakereyê da destpêkirin û şer da sekinandin re, hevdîtin li cihê sekiniye, dewam bike."

Ozdemîr ev bang kir: "Weke yên heta roja îro li dijî şer li Ewropayê hêza xwe gihandine hev û qîrîna aştiyê bilind kirine, ji bo careke din dengê xwe bilind bikin, di hilbijartinên 1'ê Hezîranê de serketineke nû bi dest bixin, em ê di 5'ê Îlonê roja Şemiyê de careke din li Dusseldorfê bicivin. Em bang li her kesên alîgirê jiyana bi hev re ya gelan û aştiyê ne dikin, di Festîvala Gelan de bicivin."

SELÇÛK: BI RENGÊ XWE RE EM LI DIJÎ FAŞÎZMÊ LI FESTÎVALÊ BIN

Hevserokê AvEG-Konê Bakî Selçûk bal kişand ser girîngiya Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî û  polîtîkayên dewleta Elman ên li hemberî Kurdan rexne kir. Selçûk got, "Em astengiya dewleta Elman a li pêşiya festîvala çanda Kurd şermezar dikin. Helwesta dewleta Elman xweranegirtina li asta rêxistinbûyî û destketiyên Têkoşîna Rizgariya Neteweyî ya Kurdistanê, bi taybetî jî xweranegirtina li hebûna Rojava ye. Ev helwesta ku bi girtin û binçavkirinan re li êrîşên dewleta Tirk tê, di qedexeya li ser PKK'ê de israr dike, siyasetmedarên Kurd digire, mafên mirovan, mafê demokratîk û azadiyan bêbandor dike. Di herikîna dîrokê de gelek caran derketiey holê ku êrîşên bi vî rengî nikarin têkoşîn hebûn, nasname û azadiyê a gelê Kurd asteng bike. Ji ber ku gelekî li hemberî van li ber xwe dide, gelên piştgiriya enternasyonal didin vî gelî hene. Yê bi ser bikeve di dawiya dawî de wê gelê Kurd û berxwedana wê ya rêxistinbûyî be."

Selçûk diyar kir ku weke AvEG-Kon û pêkhateyê Meclîsa Aştî û Demokrasiyê li Ewropayê ji dil destekê didin festîvalê û bang li kedkar, karker û koçberan kir ku di 5'ê Îlonê de beşdarî festîvala li Dusseldorfê bibin. 

Selçûk got, "Em bi pankart, al, dirûşme û cihêrengiyên xwe re di festîvalê bicivin. Her wiha em mesajê bidin Erdogan û dewleta Tirk ku ji hilbijartinê 1'ê Mijdarê re em amade ne. Em festîvalê û gelên xwe yên tevlî bibin, ji niha ve silav dikin."