Ji Partiya Çep a Swêdê ji bo Kobanê kampanya bexşê
Ji Partiya Çep a Swêdê ji bo Kobanê kampanya bexşê
Ji Partiya Çep a Swêdê ji bo Kobanê kampanya bexşê
Rêxistina Ciwanan a Partiya Çep a Swêdê "Çep a Ciwan", ji bo destekkirina têkoşîna gelê Kobanê ya li hemberî çeteyên DAIŞ'ê, li hemû bajarên Swêdê dest bi kampanya bexşê kir. Ji roja destpêkê ya kampanya ku di 18'ê Cotmehê de hat destpêkirin, li bajar û navçeyan ciwanên Partiya Çep bi peredankê li kolan û meydanan geriyan û j bo Kobanê pere kom kirin.
Sekretera Giştî ya Çep a Ciwan Tove Liljeholm da xuyakirin ku şerê navxweyî yê li Sûriyeyê, Iraq û Sûriyeyê ber bi kaosê ve diajo û anî ziman ku DAIŞ a ji vê rewşê sûd wergirtiye, hin herêmên Iraq û Sûriyeyê xistiye destê xwe. Liljeholm diyar kir ku çeteyên DAIŞ'ê piştre li Kobanê rastî berxwedaneke mezin hatine û derbên giran xwarine.
Liljeholm da zanîn ku di rewşeke Neteweyên Yekbûyî li pêşberî qirkirineke gengaz a li hemberî gelê Kobanê bêdeng e, hilgirtina çekan ji aliyê gerîla ve li dijî çeteyên DAIŞ'ê, gelekî rewa ye û got, "Weke Çep a Ciwan em li pişt vê berxwedanê ne. Kêmasiya çek û cebilxaneyê, li hemberî DAIŞ a xwedî çekên giran parastina Kobanê zehmet dike. Rejîma Tirk jî berjewendiyên xwe derdixe pêş, sînorê xwe li derbasbûna dilxwazan û çekan digire."
Liljeholm, ji bo êrîşên DAIŞ'ê bên qelskirin û bi temamî ji holê bê rakirin xwest, dawî li sewqiyata çekan a ji bo çeteyan bê anîn, ji bo vê Neteweyên Yekbûyî bikeve nava tevgerê, zext li welatên petrola DAIŞ'ê dikirin û yên destekê didin vê bê kirin. Liljeholm ji Hikûmeta Swêdê jî xwest, ku ji bo pêkanîn li hemberî welatên destekê didin DAIŞ'ê bên kirin, mijarê têxe rojeva Yekîtiya Ewropa û Neteweyên Yekbûyî.
Liljeholm da xuyakirin ku ji bo pêşî li karesatên nû bê girtin divê cîhana derve bikeve nava tevgerê û bang li hemû rêxistin, komele û kesayetan kir ku destekê bidin gelê Kobanê û alîkariya pere bidin Heyva Sor.
Lîderê Partiya Çep Jonas Sjöstedt jî di hesabê xwe yê Twitterê de ragihand ku "Çep a Ciwan" ji bo Kobanê dest bi kampanya bexşê ya ji bo Heyva Sor kiriye."
ÇALAKIYÊN ŞERMEZARKIRINA DAIŞ'Ê DEWAM DIKIN
Li aliyê din, çalakiyên bi armanca xwedîderketina li berxwedana Kobanê, li Swêdê dewam dikin.
Kurdistaniyên li bajarê Norrköping ê Swêdê dijîn, bi armanca destekkirina berxwedana Kobanê duh li navenda bajêr meş û mîtîngek lidar xistin. Di mîtînga li ber Pirtûkxaneya Dewletê de ji Platforma Zagros Amîn Chireh axivî û diyar kir ku ji êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li hemberî Kobanê, hikûmeta Tirk berpirsyar e. Chireh bang li Hikûmeta Swêdê jî kir ku destekê bide berxwedana li Rojava.
Li bajarê Malmö jî, Kurdistaniyên careke din derketin meydanan, çeteyên DAIŞ'ê protesto kirin. Rêxistina ciwanan a Partiya Çep a Swêdê jî destekek aktîf dan çalakiyê.