Ji Parlementoya Başûrê Kurdistanê yekemîn serdana fermî bo Qendîlê
Ji Parlementoya Başûrê Kurdistanê yekemîn serdana fermî bo Qendîlê
Ji Parlementoya Başûrê Kurdistanê yekemîn serdana fermî bo Qendîlê
Ji parlementoya Başûrê Kurdistanê Komîsyona Mafê Mirovan û Civaka Sivîl di çarçoveya kampanya ‘Ji Ocalan re Azadî” dosya îmzeyan ya 100 parlementeran anîn herêmên Parastina Medya û radestî rayedarên KCK’ê kirin.
Ji Komîsyona Mafê Mirovan û Civaka Sivîl ya Parlementoya Başûrê Kurdistanê, parlementerên YNK’ê Salar Mehmûd, Dane Seîd Sofî û Xelîl Osman Hemed Emîn, Parlementerê Goran Viyan Ebdurehman, Parlementera Yekgirtû Sergul Karadaxî bi destê xwe dosya îmzeyan radestî ji heyeta KCK’ê, Serokê Konseya Rêveber ya KCK’ê Mûrat Karayilan kirin. Ji heyeta KCK’ê endamê Koseya Rêveber ya KCK’ê Sebrî Ok, Sulbus Perî, Zekî Şengalî û Dîwana Serokatiya Kongra Gel Hacer Zagros heyeta ji parlementoya Kurdistanê hatin pêşwazî kirin.
Kampanya îmzeyan ya piştî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêvajoya çareseriyê da destpêkirin, destpêkir bê navber berdewam dike. Kampanya ji Ocalan re azadî li Başûrê Kurdistanê ji aliyê Partiya Çareseriy Demokratîk ya Kurdistanê (PÇDK) ve hate destpêkirin rastî eleqeyek mezin tê. Kampanya hatiye destpêkirin Parlementoya Kurdistanê jî piştgirî dayê. Dosya nêzî 100 parlementeran îmze kir radestî rayedarên KCK’ê hate kirin. Ev dosya dê piştre ji NY, DYA, Îngilîstan, Fransa, Almanya û meclisa Tirkiyeyê re bê şandin. Di nava koma 100 parlementeran de îmzeya Nêçîrvan Barzanî û du wezîran heye.
Çapemeniyê eleqeyek mezin nîşanî hevdîtinê da. Di civîna ku ji çapemeniyê re vekirî hate kirin de, Serokê Konseya Rêveber ya KCK’ê Mûrat Karayilan destpêkê mafê axaftinê girt û sipasiya heyetê kir û da diyarkirin ku, cara yekemîne ji parlementoya Kurdistanê serdanek fermî bo Qendîlê çêdibe. Piştî wê Karayilan wiha berdewam kir: “Li Rojhilata Navîn rastiya şerekî pêktê heye û ji ber vê çendê jî em weke Kurd pêwîste bi hev re tevger bikin. Niha li Tirkiyeyê pêvajoyek hatiye destpêkirin, agirbesta ku me îlan kiriye neyek aliye. Du aliye. Avakirina qereqol û topbaran ne tiştên cidî ne ji ber ku bi armanca îmhakirinê nînin. Ev pêvajoya ku destpêkiriye ji bo biratiya gelan projeyekî cidiye. Me pêvajya vekişînê 8’ê Gulanê îlankir, vekişîna ku ji 14’ê Gulanê ve destpêkir, heya niha 5 komên me bêpirsgirêk gihane Herêmên Parastina Medyayê. Ji Lozanê ve Kurd hatine parçekilrin, polîtîkayên înkar û îmhayê ji aliyê qada navnetewî ve dihatin rêvebirin. Di nava vê pêvajoyê de gelek komkujî rûdan, lê belê kurdan stûyê xwe netewand û îro tekoşîn û yeketiya Kurdan gihaye astekê. Yeketiya kurdan û bi awayek rûmet çareserbûna pirsgirêka Kurd ji bo her çar perçeyên Kurdistanê gelek girînge.”
Berdevkê Komîsyona Mafê Mirovan û civakê Sivîl a ji parlamentoya Başûrê Kurdistanê Salar Mahmut îmzeyên liser navê Parlamentoya Kurdistanê berhevkirin teslîmê serokê Konseya Rêveber a KCK’ê Murat Karayilan kir û got: “Sedema hatina me qadên Qendîlê eve ku îmzeyên bo azadiya Birêz Ocalan berhevkirne teslîmê web ikin. Bi vî awayî em dixwazin jî piştgiriya me ya bo pêvajoyê bibînin. Sedema avêtina îmzeyên me jî eve ku Birêz Ocalan ev 14s ale girtiye û lê Birêz Ocalan ne girtiyekî ji rêzê ye. Ji bo çareseriya pirsigirêka kurd divê Birêz Ocala serbset bê berdan. Em wek Gelê Başûr di gelek hawirên şer de derbas bûn. Di vê mijarê de em xwedî tecrubene. Şerê li Tirkiyeyê pêk, bandorek mezin li Başûrê Kurdistanê jî dike. Mînak, gelê me yên kurd yên li Qendîlê ji aliyê balafirên şer yên dewleta tirk ve tên kuştin. Zirarê dibînin. Yanî ev şer li her çar parçeyên Kurdistanê bandorê ligel kurdan dike. Hêviya me eve ku Kurdên li Tirkiyeyê dijîn bigihijin mafê xwe. Di vê çarçoveyê de divê hem di asta makeqanûnê de mafê wan bên dayîn û hem jî divê gelê kurd bi îradeya xwe ya azad mafên xwe biparêzin. Ji bo vê bi dest bixînin jî em jî wek parlamenterên Başûrê Kurdistanê piştgiriya xwe ya bo kampanyayê pêşkêş dikin.
Heyeta ji komîsyona mafê mirovan û civaka sivîl a parlamentoya Başûrê Kurdistanê hatibûn, bi kurtasî hemûyan mafê axaftinê girtin û diyar kirin ku ew piştgiririyê didin pêvajoyê û goti: “ Li Başûrê Kurdistanê ne tenê gelê kurd, hemû gelên li wir dijîn û jinên wir daxwaza wan eve ku pirsgisrêka kurd bi bê çareserkirin.” Heyetê da zanîn ku ew jib o azadiya Ocalan van îmzeyan didin.
Karayilan der barê gengeşiya Sûriyeyê de wiha got: “Hinek pirsgirêkên hatin jiyîn, kurd dikarin di nava xwe de çareser bikin. Tu pêwîstî bi girtinan û girtina deriyên sînor nîne. Ji ber vê jî divê her kes bi hestiyarî nêz bibne. Divê partiyên din jî piştgiriyê bidin vê pêvajoyê. Mesut Barzanî bo yekitiya kurdan hewl dide. Em jî wek tevger piştigriyê didin YNK’ê. Herî dawî li Hewlêrê civîn pêk hat. Di wê civînê de bo yekitiya kurdan biryarek hat girtin.”
Karayilan da zanîn ku aştî bi xwe re azadiyê tîne û got: “Em hatina we parlamenterê Kurdistanê gelek girîng û bi wate dibînin.” Karayilan spasiya xwe bo heyetê kir û piştî vê beşa civînê ya bi rojnamegeran re hat bi dawîkirin.