Ji Papa Fransisco ji bo hemû cihî peyama aştiyê
Ji Papa Fransisco ji bo hemû cihî peyama aştiyê
Ji Papa Fransisco ji bo hemû cihî peyama aştiyê
Papa Fransisco di axaftina xwe ya ku di balkuna Kilîseya San Pietroyê de kirî aştî xwest.
Papa Fransisco ku ji hezaran kesên li meydana San Pietroyê civiyan re axivî bangewaziya “Ji Sûriyê heya Sudan û heya Komara Efrîqaya Navendî ji bo hemû cihî aştî” kir.
Papa ku diyar kir ji bo şer bi dawî bibin pêwiste rêbaza diyalogê bê bikaranîn, penaberên ku ji ber pirsgirêkên aboriyê û şeran neçar mene welatên xwe terkandine jî ji bîr nekirin.
Papa Fransisco ku îro siharê di merasîma kevneşopiya Urbî û Orbî de axivî got pêwiste derdor jî bê parastin.
Mijara bingehîn a axaftina Papa aştî bû. Papa got aştî ne hevsengiyekî di navbera hêzên bi pirsgirêk daye û got angajmanekî rojane jî jêre pêwist dike.
Papa Fransisco diyar kir ku Sûriye û Komara Efrîqa Navendî hemû demê tê ji bîr kirin û bal kişande ser tûndiya li Iraqê, Başûrê Sudanê û Nijeryayê jî.
Papa Fransisco got “şer gelek jiyanan parçe dike” û hevdîtinên ku di navbera Filîstîn û Israîlê de dewam dikin weke pêşketinekî keyfxweşiyê jî binav kir.
Papa hemû Xiristiyan ji bo Cîhanekî hîn baştir vexwandine dua kirinê.