Ji Ocalan bo Mandela peyama sersaxiyê

Ji Ocalan bo Mandela peyama sersaxiyê

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo merasîma ku ji bo lîderê Afrîka Başûr Nelson Mandela pêk hat û bi dehezaran kes tevlibûn de peyamek şand. Di peyama Ocalan de wiha hate gotin: “Mandela ji bo min û gelê kurd, li hemû qadên cîhanê û çiyan wek eksekê li dijî desthilatdariyên zaliman keniyaye û dê wek parçeyeke mezin ê malbata me bijî."

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku ev 14 sale li girava Îmraliyê girtiye, bi hevkariya hevserokê giştî yê HDP’ê Ertugrul Kurkçu peyamek şand merasîma ku ji bo Mandela pêk hatiye.

Peyama ku di Rojnameya Ozgur Gundemê de hatiye weşandin wiha ye;

“Îro li her çar aliyên cîhanê ji bo Mandela rondikê çavan tên barîn, li pey wî çîrok tên vekirin, di heman demê de zanabûna wîya di tevgera azadiyê ku li pey xwe hiştiye tê vegotin û ev jî girîngiya wê nîşan dide.

Dîroka gelên cîhanê, her tim ji aliyê dagirkeran ve tê teşekirin. Ev curetkarî û zilm carna ji aliyê hemû cîhanê ve  tê temaşekirin.  Xwediyên xerabiyan her tim di nava şermê de dikevin çongan û lêborînê dixwazin an jî wek lekeyeke reş di rupelên dîrokê de cihên xwe digirin. Li dijî vê totalîteriyê têkoşîna hatiye dayîn. Tişta ku hemû axa cîhanê şil dike jî rondikên bindestane.

Têkoşîna wekehvî û demokrasiyê ya ku Mandela pêşengê wê bû,  têgeha têkoşînê ya kesên ku wek rêgez ji xwe re esas girtine, bi teşe kiriye. Ji bo kesên wek Mandela bikaranîn zimanê paşerojê bê  derfete.  Ji ber ku kesên di dilê gelan de cihên xwe girtine, di têkoşîna gelan de rola Prometheus de dilîzin. Roja ku ew biryara rakirina agir digirin,  teşeyên rakirina agir jî ne tesadufîne.

Mudaxalekirina dîroka ku serdestan nivîsiye, tespîta ku Mandela agirê xwe gihandiye hemû bindestên cîhanê. Mandela di demên ku bindest wek terorîst û despot dihat dîtin de, bi zanyariyek mezin, dilekî mezin bûye hêvî, bê tirs têkoşîn meşandiye.  Bûye çavkaniya îlhamê û têkoşîn meşandiye.

Kulma ku ji başûrê Afrîkayê bilind bû, darbeyeke li hemû serdestan bû. Beriya Komploya  Navnetewî jib o ku ez ji tecrubeyên Mandela fêdeyê bigirin ez ketibûm rê.  Mandela ji bo min û gelê kurd dê wek parçeyeke mezin yê malbata me bê jiyandin.  Em bi dil girêdanê wîne.  Ew stêrkek ku gelê Afrîkayê ronî dikir bû.  Em jî dê hewl bidin ew stêrk li Rojhilata Navîn biçiruske.

Bila serê malbata me netewe. Em îro yek ji zanyarên xwe bi rê dikin. Ez wan silav dikim. Em hemû dê wek welatiyên azad bijîn û bimirin. Di nava aştî û rumetê de, wek Mandela.