Ji nîvê cîhanê zêdetir înternetê bikar tînin

Li gorî Neteweyên Yekbûyî li gelemperiya cîhanê 3,9 milyar kes înternetê bikar tîne. Li gorî van daneyan, ev jî tê wateya ku jî nîva nifûsa cîhanê zêdetir înternetê bikar tîne.

Yektîiya Telekomunîkasyona Navneteweyî (ITU) ya girêdayî NY’yê, eşkere kir ku bi dawibûna sala 2018’an ve ji sedî 51,2 nifûsa cîhanê înternetê bikar tîne.

Sekreterê Giştî yê ÎTU Hoûlîn Zhoû got: “Ber bi civakekî bi zana ya hê bi berfirehî ve gavek e.”

Zhoû banga ‘Bila tu kes ji şoreşa înternetê bê par nemîne’ kir.

Li gorî IUT’yê li welatên dewlemend bikaranîna înternetê kêm e, di astekî bi rêkûpêk de mezin dibe, li van welatan ji sedî 80,9 înternetê bikar tînin. Di sala 2015’an de ev dane ji sedî 51,3’ê bû.

Li welatên di asta pêşketinê de jî asta bikaranînê zêdetir e. ITU diyar kir ku li van welatan ji sedî 45,3’ê înternetê bikar tîne.Beriya 13 salan rêjeya bikaranîna înternetê ji sedî 7,7 bû.

Rêjeya nifûsa bikaranîna înterentê ya li Afrîqa ji sedî 24,4. Ev rêje di sala 2005’an ji sedî 2,1 bû.