Di daxuyaniya hevpar a li ser navê NAV-DEM û YKJK-E’yê de hate gotin, tekane rêya rawestandina faşîzma dewletî ya bi pêşengiya Serokkomarê Tirk Erdogan, ku herî dawî hevserok û wekîlên HDP’ê dabûn girtin, çalakiya berbelav û domdar e. NAV-DEM û YJK-E’yê diyar kir, ji bo vê j îli Elmanya, hemû eyalet û bajaran, di asta xwecih, herêmî, eyalet û navendî de, pêkanîna çalakiyan a di asta herî bilind de, weke vê demê hewceyiyeke lezginî ye û hate gotin, ‘’Di serî de meclîsên me, bi pêşengiya saziyên Kurd ên neteweyî yên demokratîk, yekîtiyên baweriyê û saziyên girêdayî wê, ciwan û jinan, ji şevê dî ve çalakiyên ku em pêk tînin, bêyî ku em navberê bidinê, heta ku em faşîzmê têk bibin, serketina azadî û demokrasiyê ragihînin, me planek bi biryardarî girêdaye.’’ NAV-DEM’ê xwest Kurdistaniyê ji çar parçeyan û ji hemû baweriyan, di serî de HDK-A, ABDEM, pêkhateyên Yekîtiya Hêzê, Elmanya Antîfaşîst, saziyên pêşverû, çepgir, demokrat û partiyên azadîxwaz, şexsiyet, li dijî faşîzmê bi gelê Kurd û hêzên demokrasiyê re berxwedan û têkoşîna xwe bikin yek.
Planên çalakiyên NAV-DEM û YJK-E’yê wiha ne:
5’ê Mijdarê Roja Şemiyê
Li Kolnê di saet 14:00’an de li gel BIELEFELD, MUNSTER, OSNABRUCK, DORTMUND, HAGEN, MESCHEDE, BOCHUM, GELSENKİRCHEN, ESSEN, DUISBURG, EMMERICH, KLEVE, DUSSELDORF, WUPPERTAL, MONCHENGLADBACH, KREFELD, LEVERKUSEN, AACHEN, DUREN, KOLN, TROISDORF VE BONN û hêzên demokratîk yên herêmî ku dorpêç dikin wê meşek û mîtîngek bê li dar xistin.
Li hemû bajarên din ên li Eyaletên li Elmanayayê, di saet 14:00’an de wê bi hêzên demokratîk re meş û mîtîngek bê li dar xistin.
6’ê Mijdarê Roja Şemiyê
Wê li hemû bajarên Elmanyayê di pêşengtiya NAV-DEM û YJK-E’yê de aktivîteyên girseyî bên li dar xistin.
8’ê Mijdarê Roja Çarşemê
Wê li pêşiya parlementoya li eyaleta Elmanyayê mîtîngek girseyî bê li dar xistin.
7-11’ê Mijdarê
Wê li pêşiya hemû parlementoyên Eyaletên li Elmanya û parlementoyê hemû bajaran çalakiya rûniştinê ya 5 rojan bên li dar xistin.
12’yê Mijdarê Roja Şemiyê
Li bajarê Dûsseldorfê, bi beşdariy hemû eyaletên li Elmanyayê, wê bi hêzên demokratîk re meş û mîtîng bên organîzekirin.
16’yê Mijdarê Roja Çarşemê
Li paytext Brûksel a Belçîkayê banga beşdariyê ji bo beşdarî meş û mîtîngên ku li navenda Ewropa ku ji aliyê saziyên Yekîtiya Ewropa ve tên organîz kirin bibin.