Ji NAV-DEM’ê banga lezgîn a ketina tevgerê

NAV-DEM’ê têkildarî tendirustiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo daxuyanî were dayîn, li Kurdistaniyên ku li Elmanyayê dijîn banga çalakiyan kir.

Di banga ji bo hemû Meclîsên Civaka Demokratîk a Kurd yên li Elmanyayê, her wiha ji bo hemû hevpar, dost, sazî û desteyên demokratîk bang kir.

Di banga wê de ev tişt hatin diyarkirin:

 “Ewlehî û tendiristiya Rêbertî di talokê de ye. Bi lez divê hemû kes bikeve nava tevgerê. Heta ku em agahiyan ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan werbigirin, divê em her derê bikin qada çalakiyan.

Daxuyaniyên Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê ne bes e.

Divê malbat û parêzerên Rêbertî hevdîtinê bi wî re bikin û raya giştî agahdar bikin. Divê saziyên navneteweyî û CPT jî bi awayekî lezgîn mudaxeleyî rewşê bike.

Heta ku hevdîtin pêk were, ew ê çalakiyên me bidomin.”