Ji namzetiya Olîmpiyadê re astengiya Gezî û dopîngê

Ji namzetiya Olîmpiyadê re astengiya Gezî û dopîngê

Welatê ku ji Olîmpiyadên 2020'an re mêvandariyê bike, dê piştî civîna Komîteya Olîmpiyadê ya Navneteweyî li Arjantînê diyar bibe. Şansê Stenbolê ku li ser hev sê caran bû namzet, ji ber skandalên dopîngê yên sportvanên Tirk, bûyerên Gezî û şerê li Sûriyê gelekî kêm bûye.

Komîteya Olîmpiyadê ya Navneteweyî, wê bi du mijarên girîng li paytexta Arjantîn Buenos Airesê bicive. Ya yekemîn Serokatî ya duyemîn jî diyarkirina welatê mêvandar ê ji Olîmpiyadên 2020'an. 

Di encama bêjandina destpêkê de, beriya civîna komîteyê hejmara bajarên namzet daketibû 3'an. Ji bo Olîmpiyadên 2020'an Madrîd, Tokyo û Stenbol namzet in. 

Tê payîn Serokwezîrê Tirk Recep Tayyip Erdogan jî ji bo karên lobî bimeşîne biçe Arjantînê. Lê belê li gorî agahiyên beriya civîna komîteyê hatin bidestxistin, şansê Stenbolê gelekî zehmet e ku bibe mêvandarê lîstikên Olîmpiyadê.

Endamên komîteyê, bi taybetî ji ber skandalên dopîng ên di beşên atletîzm û halter (rakirina giraniyê) ên spora Tirk de, bi guman nêzî Tirkiyê dibin. Nerazîbûna navneteweyî ya li pêşberî bûyerên Gezî jî yek ji mijareke girîng e ku bandorê li biryara endaman bike.

Mijara ewlekariyê ya ji ber şerê li Sûriyê û Bihara Ereb jî yek ji nuqteyên ku komîteyê li ber çavan bigire ye.

Li gorî kulîsan Tokyo bajarê xwedî avantaja herî zêde ye. Şansê Stenbolê yê hilbijartinê jî gelekî kêm xuya dike.