MUB'ê bibîr xist, ku di salvegera 100. a Sayfo de qirkirina li gelên Suryanî, Ermenî û Helen hat kirin ji aliyê çend dewletan ve bi awayekî fermî hatiye naskirin û destnîşan kir, ku ev naskirin, zîhniyeta înkarê ya Komara Tirkiyeyê pûç kiriye.
Konseya Neteweyî ya Bethnahrîn (MUB) bi wesîleya 101. salvegera Qirkirina 1915'an a li gelên Suryanî, Ermenî û Helen hat kirin daxuyaniyeke nivîskî weşand û destnîşan kir, ku ji vê birîna beriya sed salan di dilê gelê Sûryanî (Asûrî-Aramî-Keldanî) de hat vekirin, hînê xwîn jê tê.
MUB'ê da zanîn, di 24'ê Nîsana 1915'an de rêveberên Împaratoriya Osmanî û hevkarên wê hewl dan gelên qedîm ên Xiristiyan ên li Mezopotamya û Anatoliyê bi rengekî topyekûn tine bikin.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin, biryarên qirkirinê yên di sala 1910'an de ji aliyê Cemiyeta Îttihat û Terakkî ve hatin wergirtin, ji bo bicihanîna projeya afirandina neteweyeke bi tenê ya xwe dispêre senteya Tirk Îslam, li herêman di asta xalîkirina etnîkî û komkujiyan de bi cih hatin danîn.
Hat bibîr xist ku mehên Adar, Nîsan, Gulan û Hezîran ên sala 1915'an bû mehên herî dijwar ên komkujî lê hatin kirin û gelek mirovan jiyana xwe ji dest dan.
MUB'ê ragihand, di dema êrîşên meha Hezîranê de, ku 4'ê Hezîrana 1915'an li Hasno d'Kîfo (Heskîfê) hatin destpêkirin, li herêmên Mêrdîn, Sêrt, Amed û Colemêrgê bi sed hezaran Suryanî (Asûrî-Aramî-Keldanî yan hatin qetilkirin yan jî ji cih û warên xwe hatin kirin.
Di dewama daxuyaniyê de hat gotin, "Di pêvajoya Qirkirina 1915'an de zêdeyî mîlyonek Ermenî, nîv mîlyon Suryanî (Asûrî-Aramî-Keldanî) û bi qasî 400 hezar Rûm Pontûs hatin qetilkirin."
Konseya Neteweyî ya Bethnahrîn bibîr xist, ku di salvegera 100. a Qirkirina 1915'an (Sayfo) de qirkirina li hemberî gelê wan hatiye kirin ji aliyê çend dewletan ve bi awayekî fermî hatiye naskirin û destnîşan kir, ku vê naskirinê zîhniyeta înkarê ya Komara Tirkiyeyê pûç kiriye.
MUB'ê got, "Lê belê hikûmeta TC, ji bo rastiya Sefyo qebûl nekin, wê siyaseta xwe ya kirêt a beriya niha, ji niha û pê ve jî bimeşînin. Lewma divê em têkoşîna xwe hîn bi biryar bidomînin."
MUB'ê destnîşan kir, ku ji bo Sayfo ji aliyê tevahiya cîhanê ve bê naskirin û qebûlkirin ew ê têkoşîna xwe dewam bike.