BI DÎMEN

Ji milîsên HBDH'ê çalakî

Milîsên Tolhildanê yên Şehîd Çiyager Hêvî yên HBDH'ê ragihand ku li dijî polîtîkayên qeyûm û desteserkirina îradeyê li Mersînê çalakî kirine.

Di daxuyaniya Milîsên Tolhildanê yên Şehîd Çiyager Hêvî yên Tevgera Şoreşê ya Yekbûyî ya Gelan (HBDH) de hate gotin, "Ji bo hesab ji polîsên dagirker bê pirsîn ku bi fîşekan û gazê êrîş birin ser gelê me yê ji bo xwedîderketina li îradeya xwe daketibû qadan, hin çalakiyên tolhildanê hatin kirin."

Di daxuyaniyê de têkildarî çalakiyan ev agahî hatin dayin:

"Êvara 14'ê Çileyê saet di 22:45'an de li hemberî wesayita zirxî ya polîsan ku ji bo destwerdanê çûbû herêma bend lê hatibû danîn, bi bombeyên bi destan çêkirî çalakî hate kirin. Hêzên dijmin ên bi panîkê ketin, ji herêmê dûr ketin.

Êvara 15'ê Çileyê saet di 22:00 de li Mersîn-Akdenîz taxa Şevket Sumer/Yenî Pazar Kolana 5960'î ji cihekî nêz ve sê caran bi bombeyên destan çêkirî û çekê çalakî li hemberî wesayitên zirxî hate kirin. Di çalakiyê de ku li hemberî hêzên dijmin ên peya yên bi konvoya polîsan tevdigeriyan hate kirin, 3 dagirker birîndar bûn û xisar li wesayiteke polîsan a zirxî bû. Hêzên dijmin ku ketin nava panîk û tirsê, şaş bûn û neçar man ji taxê biçin."