Dê sibe cenazeyên ji Sazûmankarên PKK’ê Sakîne Cansiz, Nûnera KNK’ê ya Parîsê Fîdan Dogan û endama Tevgera Ciwana Leyla Şaylemez ku 9’ê Çileyê li Parîsê hatibûn qetilkirin, bişînin Kurdistanê.
Li aliyekê ji bo li Kurdistanê cenaze bêne pêşwazî kirin xebat didomin, Kurdistaniyên ku li Ewropayê jî jiyan dikin bi otobus û wesayîtên taybet ji bo beşdarî merasima cenaze ya sibe bibin dê biçin. Li gelek bajarên Almanyayê Kurdistanî ji bo tevlî merasimê bibin dê bi otobusan biçin.
Ji bo merasima sibe, ji bo Kurdistaniyên li bajarên Dortmund, Hagen û derdorê wê yên li Almanyayê jiyan dikin otobus hatine amade kirin. Dê otobus îşev di demjimêr 24.00’an de li Îstasyona Navenda Dortmundê birê bikevin.
Otobus dê ji Frankfurtê jî birê bikevin. Otobusên ji Frankfurt û Giessenê dê di demjimêr 23.00’an de li ber Komeleya Çanda Kurdan rabe. Rêveberên komeleyê bang li Kurdistaniyan kir ku, bi awayek xurt tevlî merasima sibê bibin.