Ji Meclîsa Jinê ya HDP’ê çalakiya ‘Dest îradeya min nede’

Meclîsa Jinê ya HDP’a Stenbolê hewldanan rakirina destlênedanan parlamenterên HDP’ê û bi taybet şîdeta zilaman a li ser wekîlên jin li Kolana Mîss a Cadeya Îstîklalê protesto kir.

Meclîsa Jinê ya HDP’a Stenbolê hewldanan rakirina destlênedanan parlamenterên HDP’ê û bi taybet şîdeta zilaman a li ser wekîlên jin li Kolana Mîss a Cadeya Îstîklalê protesto kir. Di çalakiya peyama “dest îradeya me nedin” hate dayîn de, Hevseroka HDP’a Stenbolê Aysel Guzel destnîşan kir ku wê li hember zîhniyeta yekperest û şîdeta zilam a AKP’ê heta dawî têbikoşin.

Meclîsa Jinê ya HDP’a Stenbolê li Kolana Mîss a Cadeya Îstîklalê kom bû, hewldanên rakirina destlênedanên wekîlên HDP’ê protesto kirin. Jinan êrîşên di dema nîqaşên destlênedanan de protesto kirin, destnîşan kirin ku wê rê nedin zihniyeta dewletê. Jinan dowîzên bi Kurdî û Tirkî yên “Dest Îradeya min nede”, “Em ji we natirsin”, “Wekîlên jin rûmeta me ne” hilgirtin, dirûşmeyên “Jin Jiyan Azadî” berz kirin.

Di çalakiyê de mafê axaftinê Hevseroka HDP’a Stenbolê Aysel Guzel wergirt. Guzel êrîşa li hember wekîlên HDP’î yên jin protesto kir, got wê li hember şîdeta zilam a AKP’ê heta dawî têbikoşin.

Li ser navê Meclîsa Jinê ya HDP’a Stenbolê jî Mûazzez Tore daxuyanî xwend. Tore bi bîr xist ku desthilatiya ku bi konsepta şerê topyekun nikare îradeya gel teslîm wergire, vê carê jî ji bo rakirina destlênedanên wekîlên HDP’ê ketine meriyetê. Tore destnîşan kir ku vê hewldana lîncê baş dinasin, wiha dewam kir: “Ev zîhniyeta AKP-DAIŞ’ê ye. Yên nikarin li hember kuştinên jinan, tecawizan, îstîsmarên zarokan polîtîkayekê pêş bixin û hewl didin berpirsan ‘pak’ bikin; li hember dengekî herî biçûk ê aliyê aştî û demokrasiyê nikarin tehamul bikin.”

Tore diyar kir ku ev hewldanên li parlamentoyê li ser HDP’ê têne meşandin, hewldanan zext, tehdîda li ser civakê û terora dewletê ye. Her wiha Tore da xuyakirin ku wê ev êrîş bêencam bimînin.

Tore wiha axivî: “Ji bo meşa azadiya jinan, em, jinên partiyî hê zêdetir di siyasetê de bi nûnertiya xwe ya wekhev û bi tevahî xweseriya xwe cih bigirin; ji bo demokrasî, aştî û azadiyê em ê berxwedan, têkoşîna jinê bi biryardarî hê mezintir bikin.” 

...