Ji mamê Guney îdîayên balkêş
Ji mamê Guney îdîayên balkêş
Ji mamê Guney îdîayên balkêş
Mamê Omer Guneyê ku ji ber qetilkirina sê jinên Kurd ên li Parîsê hatiye girtin hin îdîayên balkêş kir. Zekaî Guney ji rojnameya Akşamê re axivî û îdîa kir ku dema Omer ketiye hundirê buroyê du kesên din jî pêre hebûn, lê dîmenên wan her ku kesên din hatine jêbirin.
Zekaî Guney diyar kir ku wana derbarê mijarê de ji parêzeran agahî girtine û îdîa kir ku dema biraziyê wî ketiye hundirê avahiya buroyê du kesên din jî pêre bûn, lê dîmenan wan her du kesan htine jêbirin. Mam Guney got: “Omer di îfadeya xwe de gotiye ‘min ev cinayet nekiriye’. Tê diyarkirin ku bi dîmenên kamerayê yên ku bûn sedema girtiyê leyistine. Li gorî îdîaya Omer dema ketine hundirê avahiyê du kesên din jî pêre hebûn. Lê ev kes di dîmenên ku di destê dozger de ne tune ne. Omer dibêej ku bi dîmenan leyistine û her du kesên din rakirine. Bawer im navê wan kesan jî daye. Bavê Omer van agahiyan dan min. Ev agahî ji dozger û parêzerên li Franseyê hatiye.
Ger ev îdîa rast be, ewlehiya canê Omer jî di xeteriyê de ye. Em ditirsin ku Omer di girtîgehê de bê kuştin an jî piştî serbestberdanê were qetilkirin. Em bawer nakin ku Franse ne di nava vî karî de be. Bi ya me bi vî awayî berdewam bike bûyera înfaza PKK’yiyan ronî nabe. Heta çapemeniyê ne got ku Omer meha tebaxê hatiye Enqereyê me nedizanî. Piştî vê bûyerê û girtina Omer ez bi bavê wî re axivîm. Diyar kir ku Omer hatiye daweta kesek ku li Almanyayê nas dikir.”