Ji Le Monde ji bo Erdogan bersiv: PKK û DAIŞ ne yek in!
Ji Le Monde ji bo Erdogan bersiv: PKK û DAIŞ ne yek in!
Ji Le Monde ji bo Erdogan bersiv: PKK û DAIŞ ne yek in!
Rojnameya navdar a Fransa Le Monde di nivîsa xwe ya edîtorê ya îro de têkildarî Kobanê bi zelalî helwest nîşan da. Rojnameyê di nivîsa bi sernava “Kobanê: Şaştiya Tirkiyeyê” diyar kir Erdogan car din li cihê Kurdan DAIŞ hilbijart. Rojnamê diyar kir tiştên di 24 saetên dawiyê de li Sûriyeyê û Tirkiyeyê rû didin “dersa bingehîn” divê jê bê derxistin.
Di nivîsa edîtorê rojnameya Le Monde de wiha hat gotin: “Polîtîkaya Tirkiyeyê ya li hemberî krîza Sûriyeyê li herêm û hundir bi trajediya dualî encam bû. Ev binketina şexsî ya Serokkomar Recep Tayyip Erdogan e (…) dersa bingehîn a jê were derxistin tiştên di nava 24 saetên dawiyê de li Sûriyeyê û Tirkiyeyê rû didin e. Bûyerên cudatir jî hene.”
Di nivîsandinê de encamên bi ketina Kobanê rû bidin jî ku tê analîzkirin û diyar kir ger Tirkiyeyê mûdaxele kiriba wê rewş negihaba vê astê.
TERCÎHA ERDOGAN RÊ LI BER DU TRAJEDIYAN VEKIR
Di nivîsê de bi dewamî ev hatin gotin: “Tirkiye xwedî hêza biryarê ya duyemîn a NATO ye. Di aliyê leşkerî de li herêmê hêza super e. Bi hefteyane artêşa Tirk li hemberî Kobanê tang bicih kirine. Dikarîn beşek nuqteyên topan ên Dewleta Îslamî bêbandor bikin. Tenê obusek jî neavêtin. Enqere biryara tevlîbûna koalîsyona antî-ÎD da lê ji bo pêşîgirtina cîhadîstan a Kobanê tiştek nekir. Çima?
Tirkiye di nava sînorê xwe herêmeke otonom a Kurd naxwaze. Herêmeke wiha dikare ji bo milîtanên rêxistina şerker a Kurdan PKK’ê dikare bibe eniya piştê.
Serokkomar Erdogan got ‘DAIŞ çi ye PKK jî ji bo me ew e’. Ev şaş e. Her tişt weke Enqereyê demek dirêje rê dide mîlîtanên Îslamî derbasî Sûriyeyê bibin cardin li cihê Kurdan weke ÎD tercîh kir çêdibe.
Vê tercîhê rê li ber dramayeke duyemîn vekir. Şeva Sêşemê xwepêşandanên dijwar ên Kurdên Tirkiyeyê çêbûn. Herî kêm 14 kes mirin. Ev rewş diyare şerê 30 salin PKK û artêşa Tirk tîne beranberî hev cardin destpê bike. Dikare rê li ber hevdîtina ji aliyê Erdogan ve li gel PKK’ê dimeşîne veke.
Bi niyeta xistina hempişeyê xwe yê Sûriyeyê Başar El Esad, Erdogan hin şantajan pêk tîne. Ger DYA li hemberî rejîma Şamê hîn zêdetir tevlîbûnê çêneke Enqere wê li hemberî ÎD tevlîbûneke bi bandor nîşan neke. Ev wê aloziya herêmê ne sekinîne û polîtîkayeke şaş a bi rîska nava Tirkiyeyê jî bê biyar bike ye.”