Ji Le Fîgaro sernûçeyekî nîjadperestên Tirk aciz bike

Ji Le Fîgaro sernûçeyekî nîjadperestên Tirk aciz bike

Rojnameya rastgir Le Fîgaro ya Fransayê ji bo merasima 3 jinên Kurd yên li Parîsê hatin qetilkirin ku li Amedê bi sed hezaran kes tevlîbûn sernûçeya “Kurdistan sê ‘şehîdên’ xwe dispêre axê” nivîsî.

Di nûçeya bi îmzeya Laure Marchand da diyarkirin ku, 17’ê Çileyê roja Pêncşemê girseya ku çaverêyî cenazeyan bûn sirûdên PKK’ê hatin lêxistin. Her wiha gotinên weke “Li gel hatina darbestên bi rengên kesk, sor û zer yên Kurdistanê, bi deh hezaran kes îşareta V bilind kirin û sloganên ‘Şehîd namirin’ avêtin.”

Di nûçeye bi sernûçeya “Kurdistan sê ‘şehîdên’ xwe dispêre axê” de, balkişande ser ku li gorî civaka Kurd li pişt van qetilkirina serwîsa veşartî ya Tirkan heye.

Rojnameyê nivîsand ku, li rexmî wê gûmana hatiye belavkirin jî BDP’ê banga “sebrê” kir û her wiha cih da gotinên Hevserokê Giştî yê BDP’ê Selahedîn Demîrtaş yên piştgiriya aştî û muzakerayan. Weke din jî rojnameyê da diyarkirin ku, Hevserokê KCD Ahmet Turk banga berdewamkirina hewildanên “aştiyekî birûmet” kir, her wiha rojnameyê berteka Ehmet Turk ya ku, hikumet li aliyekê hevdîtinan pêktîne li aliyekê din jî êrîşî Qendîlê dike jî ragihand.

Rojnameyê destnîşan kir ku, ciwanên rûpûş yên wêneyên Ocalan hilgirtin vêcarê ne kevir ne jî molotof ne avêtin polîsan.