Ji Latîn Emerîka û Efrîkayê piştgiriya ji bo Rojava

Rojnamevan, tevger û partiyên siyasî yên ji Latîn Emerîka û Efrîkayê êrîşên dewleta Tirk ên li ser Rojava şermezar kirin û bang kirin ku her kes li ber van êrîşan rabin.

Rojnamevan, partiyên siyasî û tevgerên çep ji bo piştgiriya bi Rojava re daxuyaniyeke hevpar dan.

Piştgirî ji Arjantîn, Şîlî, Ekvador, Kolombiya, Meksîka, Kosta Rîka, El Salvador, Venezûela, Haîtî û Kenyayê hat.

YA KU LI DIJÎ GELÊ KURD TÊ KIRIN HOVÎTÎ Û FAŞÎZM E

Di metna daxuyaniyê de ku 27 partî, tevger û rojnamevanan mohra xwe danîn binî, bangeke wiha hate kirin: "Em nikarin destûrê bidin ku qirkirin dewam bike. Divê em bikevin nava liv û tevgerê."

Daxuyanî wiha ye: "Em careke din dibînin ku hovîtî û faşîzm li gelê Kurd tê kirin. Bombardûmana li ser Rojava ya ji aliyê hêzên emperyalîst ve tê kirin, nîşanî me dide ku em li cîhaneke azad a ji mafên gelên xizan û diyarkirina çarenûsa gelan nînin, em li cîhaneke welê ne ku hrmet ji mafê jiyanê re nayê dayin, mêtingerî, qirkerî û şer lê serwer e. Tirkiyeyê ne tenê bombe li gelê Kurd barand, her wiha bi binpêkirina pîvanên navneteweyî yên ku bi hiqûqa mirovî ya navneteweyî hatine diyarkirin, bombeyên kîmyewî li gel barand. Civaka navneteweyî ji ber serweriya hêzên emperyalîst û ji ber berjewendiyên van hêzan ên ji ber lawaziya siyasî û îdeolojîk, di nava bêdengiya şermê de ye.

Em zanin ku li pişt vê çalakiya şer a li dijî gelê Kurd û çapemeniya wê di asta qirkirinê de tê kirin, hewldana ji bo krîmînalîzekirina têkoşîna mafdar a gelê Kurd, bêdengkirina çapemeniya azad, demokratîk û wêrek heye. Em dixwazin ku êrîş bi dawî bibin, girtiyên siyasî tavilê bêne berdan û pêşî li jiyaneke azad a gelê Kurd bê vekirin."

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku di şer de zerara destpêkê digihêje jin û zarokan û hate gotin, "Mîna her timî mexdûrên bingehîn jin, extiyar û zarok in. Di vî şerî de jî bi hezaran kes hatin kuştin. Em bang li hêzên demokratîk, partiyan, gel, şoreşger, tevgerên civakî û çapemeniya alternatîf dikin ku mafê gelê Kurd ê ji bo paşeroja azad, biparêzin. Em bang li hêzên demokratîk hemûyan dikin ku vê êrîşkariya nû û bêrehm şermezar bikin. Nabe ku em bihêlin ku qirkirin dewam bike, divê em bikevin nava liv û tevgerê."

Di dawiya daxuyaniya hevpar de hate gotin, "Ji bo mafê xwerêvebirin, serweriya xwe, serxwebûn, jiyana azad a gelê Kurd! Kurdistan wê bi ser bikeve."

YÊN KU MOHRA XWE DANÎNE BINÊ DAXUYANIYÊ

Arjantin Partido Revolucionario de los Trabajadores (PRT)

Arjantin, Radio Nacional

Arjantin, Ricardo Rubén Zarra Orán, Cantautor, Salta

Arjantin, Organización Libres del Pueblo (OLP) Resistir y Luchar

Şili, Cristián Silva, Radio El Pueblo de Colina

Şili, Comisión de Derechos Humanos de Quilpué

Şili, Cabildo desde los Derechos Humanos, Quilpué

Şili, Agrupación de Familiares de Ejecutados Políticos y Detenidos Desaparecidos, Valparaíso

Şili, Cordón Asambleas Territoriales en Lucha del Marga-Marga,

Şili, Radio de Villa Alemana, Limache

Şili, Radio Cordón Marga-Marga,

Şili, Colectivo 31 de Julio, Valparaíso

Şili, América Rebelde

Şili, IPNews Agency y RPI

Kolombiya, J. Manuel Arango C. de CLARIN de Colombia

Kolombiya, William Fortich Palencia,  Red de Comunicación y Cultura, Bagota; Boletín Fogoncito Creativo

Kosta Rika, Martín Rodriguez Espinoza, Partido Vanguardia Popular

Ekvador, Movimiento Guevarista Tierra y Libertad, MGTL

EE.UU, Manuel Loli, IPNews Agency

El Salvador, Centroamérica Ada Membreño del Partido Socialista Centroamericano, PSOCA

El Salvador, Centroamérica, Rael Oshun, El Socialista Centroamericano (Diario)

El Salvador, Centroamérica, Nelson Araya, Radio Farabundo Martí

Haiti, Jean Clebert Elouis, Mundo Haití

Kenya, Partido Comunista de Kenia

Meksika, Frente Nacional de Lucha por el Socialismo, FNLS

Puelmapu, Juana Antieco, Lof Mapuche Tehuelche Newentuaiñ Inchiñ Costa de Lepa Chubut

Venezuela, Lila Ferrer integrante de Chavismo Sur y la Federación Internacional de Escritores por la Libertad, FIEL