Ji kovara Atlasê re muameleya meteryala rêxistinê!

Ji kovara Atlasê re muameleya meteryala rêxistinê!

Atlasa navend û mezin ku ji hikumxwariyek yê Girtîgeha Tîpa F ya Edeneyê bi hinceta ku dê weke “meteryala rêxistinî” were bikaranîn nedayê. Di nexşeya Tirkiyeyê de ku kovara Atlasê weke promosyonê daye gotin ji ber ku ew jî “Ji bo ji dervey armancê were bikaranîn musaîde” dest danîn ser.

Hikumxwariyek yê Girtîgeha Tîpa F ya Edeneyê nameyek ji Parlementerê Meletiyê û endamê Komîsyona Hûrkolîna Girtîgehan re şand. Bi vê nameyê pêkanînên keyfî yên li girtîgehan derketin hole.

Li gorî agahiyên ku girtî daye, “Ansîklopedîka Atlasa Cîhanê” û “Atlasa Navîn ya Dibistana Seretayî” ku promosyona rojnameya Hurriyetê ye, bi hinceta ku dê hikumxwarî weke “meteryala rêxistinî” bikar bîne îdareya girtîgehê nedayê. Îdareyê ev biryar siparte “Çi weşanênên ewlekariya saziyê têxe xeteriyê û nûçe, nivîs, wêne û nirxandinên mustehcen nadin hikumxwariyan.”

Heman girtî da diyarkirin ku, “nexşeya Tirkiyeyê” ku weke promosyona hêjmara mijdarê ya kovara Atlasê ji hevalê wî yê qawişê re hatibû bi hinceta ku “Ji bo ji dervey armancê were bikaranîn musaîde” nedayê û bi gotina “Ez mereq dikim ku, nexşeya welatê me Tirkiyeyê dê çawa ji derveyî armancê bikar bînin?”

Li gorî agahiyên ku girtî di nameya xwe de dayî derket holê ku firotina “pênûsê sor” jî hatiye qedexekirin. Di nameya girtî de hate diyarkirin ku, “Heta Îlona 2012’an jî li kantînê pênûsên sor, pîlotên sor, boyayên hişk û pênûsên keçelî di hatin firotin. Li gorî tê gotin, bi fermana wezaretê firotina hemû pênûsên sor hatiye qedexekirin. Me ji zarokên xwe re wêne û karîkator çêdikirin, ewan jî rengên xwe winda kirin.”