Ji Kongreya Gel peyama 8’ê Adarê

Ji Kongreya Gel peyama 8’ê Adarê

Serokatiya Kongra Gel biboneya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar yên Cîhanê peyamek weşand û “Hemû jinên cîhanê yên li dijî hemû cûre dagirkeriyê berxwe didin û şehîd ketîn” bibîranî.

Kongra Gel got: “Em 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar yên Cîhanê ku Tevgera Jina Azad diyarî Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez kirine, di serî de li tevayî jinên Kurdistanê û hemû jinên cîhanê pîroz dikin û hêvî dikin ku dê bibe wesîleya azadî, wekhevî û aştiyê li tevayî cîhanê.”

Di peyamê de hate diyarkirin ku, “Jinên Kurd di hemû çalakî û xebatên xwe yên 8’ê Adarê de dixwazin qatilên sê jinên Kurd yên şoreşger qetilkirîn bêne dîtin û komkujî bê zelal kirin. Em di wê baweriyê de ne ku, ev çalakî û xebatên jinê dê bandorê li ser derxistina komkujiya Parîsê bike.

Em çalakiya jinên Kurd ya dîrokî ku bi şîara “Ji Rozayan heya Sakîneyê” û bi dawza “Ji Rêber Ocalan re azadî, ji Kurdistanê re statû” qadan tejî dikin silav dikîn. Jinên ku li qadan berxwedanê bilind dikin, careke din nîşanî hemû cîhanê kirin ku, şoreşa demokratîk ya civakî ya li Kurdistanê tê jiyan kirin, şoreşa azadiya jinê ye.

Pêvajoya ku di navenda wê de Rêber Apo heyî ji bo ev pêvajo ber bi aştî û çareseriyê ve biçe pêşengên vê dê jin bin. Jinên ku herî zêde bi sîstema zilam di aliyê netewî, çîn û zayendî de hatî perçiqandin, bi zanabûna azadiyê karîn bibin mertalên parêzvanên Rêber Apo.

Biboneya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar yên Cîhanê, hemû jinên Hemû jinên cîhanê yên li dijî hemû cûre dagirkeriyê berxwe didin û şehîd ketîn bi hurmet bibîrtînîn. Weke kevneşopiyek bi esil ya jinê yên weke Clara Zetkîn û gelek qehremanên jin biminet bibîrtînîn ku “Roja kedkarên cîhanê” li dîrokê nexşandin. Di vê rêya azadiyê de em hevalên me Zîlan, Sema, Bêrîtan, Şîlan, Viyan, Nûda, Sakîne, Rojbîn, Ronahî Û hemû şehîdên me bihurmet û minet bibîrtînîn.

Jina Kurd di serneketina polîtîkayên Tirkiyeyê yên înkar û îmhayê de rolê pêşeng leyîstiye. Dayîkên Kurd bi sekna xwe ya zanabûn û bi esil, li hember hemû êrîşên dewleta Tirk bi destmala xwe ya sipî bûye sembola aştiyê.

Em pê bawerin ku li dijî sîstema zextê û dagirkeriyê di serî de li Kurdistan û hemû civakê di gerdûnî bûna azadî û demokrasiyê de jin dê pêşengtiyê bike. Ji ber vê çendê bang li jinên Kurd dikin ku, li dijî sîstema zilam ya netewî û navnetwî ya ku dixwaze Kurdistanê bi netewperestî û zayendperestiyê teslîm bigire, li ser bingehê netewa demokratîk hêzên xwe bikin yek û di nava piştgiriyê de bin.”