Ji Kongra-Gel bo gelê Venezuellayê peyama sersaxiyê

Ji Kongra-Gel bo gelê Venezuellayê peyama sersaxiyê

Serokê Kongra Gel Remzî Kartal  jib o serokwzîrê Venezuelayê Hugo Chavez ku di 5’ê Adarê de jiyana xw eji dest da peyamek weşand. Kartal anî ziman ku kedkaran, sosyalîstan û bindestan rêberekî mezin yê şoreşger wenda kirine.
Serokê Kongra Gel Remzî Kartal wiha got: “Ji ber wendakirina serok dewletê Venezuelayê Hugo Chavez em gelek xemgînin.  Wendahiya Cehavez di serî de ji bo gelên Venezuela û Latîn Amerîkayê û hemû cîhanê wendahiyek mezin e. Kedkaran, sosyalîstan, bindestan rêberekî mezin yê şoreşger wenda kirin. Li ser navê Kongra Gel ez di serî de ji malbata Hugo Chavez û gelê Venezuellayê û hemû hezkiriyên wî re sersaxiyê dixwazim.”