Ji Kongra Gel bo gelê Fîlîpînê sersaxî

Ji Kongra Gel bo gelê Fîlîpînê sersaxî

Kongra Gel, ji bo gelê Fîlîpînê ku hefteya borî tayfuna Haiyan lê xist û rê li ber hilweşîneke mezin vekir, sersaxî xwest.

Hevserokatiya Kongra Gel daxuyaniyek da û êşa gelê Fîlîpînê parve kir. Kongra Gel di peyama ku weşand de wiha got: “Di encama felaketa ku Tayfuna Haiyan rê li ber vekir bi dehezaran kesî jiyana xwe ji dest da. Em ji bo gelê Fîlîpînê sersaxiyê dixwazin. Ji bo birîndaran şifayê dixwazin.

 Em bang li hemû rayagiştî ya cîhanê û saziyên alîkariyê ya navnetewî dikin ku xwe bigihînin alîkariya felaketzedeyên ku bê mal mane û birîndar bûne.

Dem dema ku wijdana mirovahiyê bikeve nava hewldanê ye. Di van demên zor û zehmet de destê dostaniyê, dê ji bo jiyanê bibe hêz.

Em ji bo gelê Fîlîpînê sebrê dixwazin û em êşa wan ji dil parve dikin.