‘Ji komkujiyê wê DYA û koalîsyon berpirsyar be'
‘Ji komkujiyê wê DYA û koalîsyon berpirsyar be'
‘Ji komkujiyê wê DYA û koalîsyon berpirsyar be'
Hevserokê KONGRA-GEL Remzî Kartal diyar kir ku ji bo têkçûna Tirkiyeyê pêvajoyeke nû destpê kiriye û destnîşan kir ku wê Kurd bi awayekî serketî ji vê pêvajoyê derkevin. Kartal da xuyakirin ku berpirsyarê komkujiyeke gengaz a li Kobanê wê DYA û hêzên koalîsyonê bin.
Hevserokê KONGRA-GEL Remzî Kartal da zanîn ku bi êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li hemberî Kobanê re li dijî Tevgera Azadiyê ya Kurd konsepteke navneteweyî tê meşandin û anî ziman ku serkêşiya vê jî Tirkiye dike. Remzî Kartal destnîşan kir ku Kurd ne Kurdê berê ye û got, "Em ê êdî nexapin. Li Rojhilata Navîn demeke nû destpê dike. Ji bo me têkoşîn destpê dike. Di Rojhilata Navîn a nû de ku di serî de Tirkiye wê gelek hêzên paşverû winda bikin, gelê Kurd wê bi ser bikeve." Kartal, PDK û rêveberiya Başûrê Kurdistanê jî rexne kir û ji wan xwest, ku xwedî li Kobanê derkevin.
Me bi Hevserokê KONGRA-GEL Remzî Kartal re li ser berxwedana gelê Kobanê ya li dijî DAIŞ'ê, helwesta dewletê navneteweyî û pêvjaoya çareseriyê ya li Tirkiyeyê axivîn.
Xeteriya komkujiyê ya li Kobanê ev 22 roj in kêlî bi kêlî tê jiyîn. Lê belê kes dest lê wernade. Bi dîtina we sedema vê çiye?
Bersiva vê di pirsa; li pişt DAIŞ'ê kî hene? de ye. Çîroa vê rêxistinê çi ye, ji ku derket? Bersiv di vir de ye. Bersiva vê jî DYA, endamên niha yên koalîsyonê, Tirkiye, Qatar, Erebîstana Siûdî ye. Di nava vê de PDK jî heye.
Gelo ji komkujiyên rû bidin, wê bi tenê DAIŞ berpirsyar be?
Bêguman na. Yên DAIŞ anî vê nuqteyê, ew xwedîkirin. DAIŞ di destê wan de pêlîstok e. Navgîna dîzaynkirina Sûriye û Iraqê ye. Navgînek ku siyasetên li dijî cîhana rojava hedef digire ye. Çî ye ev siyaset? Ji bo zextê li Sûriye, Iraq û Îranê bikin, derxistine holê. Wekî din li Rojhilata Navîn ya ku rêya sêyemîn hilbijartiye û dixwaze sîstemeke alternatîf biafirîne şoreşa Rojava ye. Ev yek ji bo xwe xetere dîtin. Ya ku DAIŞ xistin vê rewşê ev siyaset e. Erdogan dibêje, em ê di nav koalîsyona li dijî DAIŞ'ê de cih bigirin. Ji xwe ew destekê didin DAIŞ'ê. Wê çawa li dij bin? Serokê DYA Barack Obama dibeje, 'Heta cihê biçe, em ê bidin dû DAIŞ'ê'. Lê belê DAIŞ li pêş çavê her kesî amadekariyê dike ku li Kobanê komkujiyekê bike. Kes dengê xwe dernaxîne. Çawa li vê nedan? Bi tenê ji bo cîhan bibîne du bombe avêtin. Ne diyar e ku ew jî avêtin ku derê. Niha Kobanê ji bo raya giştî ya cîhanê dika şano ye. Her kes lê temaşe dike. Kes tiştekî nake. Berpirsyarê van komkujiya DYA û hêzên koalîsyonê ne.
Bi dîtina we li Kobanê li dijî Kurdan lîstikeke navneteweyî tê meşandin?
Ji Yekemîn Şerê Cîhanê û vir ve gelê Kurd qurbanî siyaseta herêmê tê kirin. Armanca hemû destwerdanên ev sed sal in tê kirin, dîzaynkirina siyaseta herêmê ye. Di vir de tenê rêbaz û format diguhere. Îro jî vê yekê ne bi leşkerên xwe, bi rêxistinên çete yên weke DAIŞ'ê dikin. Îro jî êrîşî Tevgera Azadiyê ya Kurd dikin. Ji ber ku ev hêz naxwazin li Rojhilata Navîn sîstemeke alternatîf û demokratîk ava bibe. Şoreşa Rojava jî rewşa şênber a vê yekê ye. Tirkiye, hêzên herêmê û welatên kapîtalîst vê yekê ji bo xwe weke xeteriyê dibînin û êrîş dikin. Lê belê ev êrîş wê dildariya gelê Kurd a li azadiyê neguherînin. Ezmûneke têkoşîna sîh salan heye. Li Kobanê rewş çi dibe bila bibe, kes nikare vê meşa azadiyê bisekinîne. Bi têkçûna DAIŞ'ê re di serî de Tirkiye wê siyaeta hemû welatan vala derkeve. Li Rojhilata Navîn pêvajoyeke nû destpê dike.
Gelo di vê demê de, mîna demên berê Kurd dikarin bên xapandin?
Ew dem berê bû. Kurd êdî ne Kurdên berê ne, Rojhilata Navîn û cîhan jî ne yên berê ne. Kurd êdî rêxistinbûyî û xurt in. Berdêla wê çi dibe bila bibe wê ji bo azadiyê her tişt bê kirin. Kobanê di vê mijarê de mînak e. Gelê Kurd heta roja îro her tim li ber xwe da, wê ji niha û pê ve jî ji bo azadiyê li ber xwe bide.
Di hevdîtinên we yên li Ewropayê de, nûnerên saziyên navneteweyî li pişt deriyên girtî çi dibêjin. Nêrînên wan di vî warî de çi ye?
B pêvajoya Şengalê re destpê kir, her kes bi sempatiyeke mezin li PKK'ê dinêhirin û ji ber ku li dijî DAIŞ'ê şer dikin, tevgera azadiyê pîroz dikin. Îro jî dibêjin ew bi berxwedana Kobanê re di nava piştevaniyê de ne. Yê li dij derdikeve nîne. Ji bilî dewleta Tirk û hin dewletên Ereb ên paşverû, her kes destekê dide berxwedana gelê Kurd a li dijî DAIŞ'ê.
Di vê rewşê de gelo ev bêdengî ji ber çiye? Li pêş çavan komkujiyek tê kirin. Di bin vê de kîjan hesab hene?
Biryareke van hêzan a li dijî Kobanê heye. Eger ev biryar nebûya, wê hêzên koalîsyonê yên ku her carê dibêje li dijî DAIŞ'ê ew cidî ne, dest werdabûna. Em vê yekê bi awayekî vekirî dibêjin. Di kesayetiya Tevgera Azadiyê ya Kurd de li hemberî şoreşa Rojava konseptek heye. Piştî Kobanê wê vê konseptê li kantonên din bimeşînin. Ev yek pêvajoyeke nû ya têkoşînê ye. Destpêka şerekî gel e. Ev yek di heman demê de pêvajoya bidawîbûna AKP'ê ye.
Rojavayiyan di tevahiya dîrokê de ji bo parçeyên din ên Kurdistanê têkoşiyan. Berdêl dan. Lê belê îro bi komkujiyê re rû bi rû ye û li pêş çavên me ye. Hikûmeta Başûrê Kurdistanê jî bêdeng e.
Başûrê Kurdistanê xwedî statuyekê ye û cihekî ku ji aliyê cîhanê ve tê nasîne. Lê bêdenge. Ev bê dengî teqez û teqez nayê qebûlkirin.Îro tiştên li Kobanê tên jiyîn ger li cihekî din yê cîhanê bûye, teqez dê hikûmeta Başûr ji zûde li dijî vê derketiba. Lê mixabin, komkujiya li ser birayên wan pêk tê nabîne û ji nedîtîve tê. Sê meymunan dilîze. Wekê ku ev têr nake, serokwezîr Neçîrvan Barzanî, wek berdevdekê AKP’ê diaxive û diyar dike ku têkiliya AKP’ê bi DAIŞ’ê re tune û Tirkiye alîkariyê nadê.
Ev daxuyanî wek deqeyeke reş li siyaseta Kurd e. Ji bo vê ev bêdengî tenê ne ji bo me, bala rayagiştî ya cîhanê dikişîne. Ev bandoreke neyînî li ser siyaseta cîhanê dike.
Eger nêzîkatiyê Başûrê Kurdistanê cuda ba, helwesta dewletên cîhanê ya li hemberî Kobanê dê çi bibûya?
Eger ku Başûrê Kurdistanê di serî de di nava helwesteke erênî de bûya, teqez dê nêzîkatiya dewletên cîhanê jî cuda bûya. Niha dê li Kobanê rewş gelek cuda bûye. Lê bêdengiya başûr di polîtîkaya dewletên cîhanê de bi bandor bû. Tenê bêdeng neman, li gorî me bi AKP’ê re hevkarî jî kirin. Ev bi awayekî aşkera tê dîtin.
Başûrê Kurdistanê tenê bi PDK’ê re nayê îzah kirin. Partiyên din yên siyasî, şexsiyet û gel bêdeng bû. Bi rojane li Bakurê Kurdistanê mirov li sînorin. Lê ji wir deng dernakeve.
PDK roleke mezin dilîze. Lê her tişt ne PDK ye. gelek partiyên siyasî, lijne û şexsiyet hene. kevneşopiyek mijara gotinê ye. Ger ku ev alî di nava tevgereke cidî de bûnea dikaribû li ser PKD’ê bi bandor bûna. Heta dê di ji derveyê PDK’ê bi bandor bûna. Ji bo vê li dijî rêveberiya PDK û Başûrê Kurdistanê rewşenbîr û şexsiyetan dengê xwe dernexistin. Di vê siyaseta tê meşandin de para wan jî heye.
DAIŞ li dijî Başûr xeterî ye yan na?
Em ji Rebîayê bigirin heta Xanqînê, DAIŞ ji bo Başûrê Kurdistanê tehdîde. Li gelek cihan pevçûn heye. gerek li başûrê Kurdistanê û gerek jî li hemû parçeyên Kurditsanê divê polîtîkayên hikûmeta Başûr cuda bûna. Ji bo parastina Kobanê dikaribû rolek dîrokî bihata lîstin. Mixabin nebû. Lê di dîrokê de dê nêzîkatiya Başûrê Kurdistanê dê her tim bê darizandin.
Artêşa Iraqê li dijî DAIŞ’ê têk çû. Artêşa Sûriyeyê belav bû. Li Başûr peşmergeyan mewzî cih de hişt. Lê Kobanê ligel şert û mercên kêm ev 22 roje berwe dide. Divê ev çawa bê xwendin?
YPG û YPJ bi felsefeya Rêber Apo berxwe didin. Ev 40 sale bi vê felsefeyê ê dikoşin. Divê dîroka vê bê xwendin. Li zindanên Amedê berxwedana çawa çêbû? Qehremanî çawa veguherî ronahiyê? Divê ev baş bên xwendin. Îro ruhê li Kobanê ev rûhe. Ji bo vê ev 22 roje çete nekarin bikevin Kobanê. Rêxistina ku her alî dagir dike nekare bikeve Kobanê. An Kobanê dê ji wan re bibe gor an jî dê pêlê cesedên şervanên Kobanê bikin.Ev berxwedan dê dîrokê binivîse. Ji bo me li dijî van barbaran şer nû dest pê dike. Encam çi dibe bila bibe têkoşîna Kobanê nû dest pê dike. em dikevin pêvajoyek nû.
Ji vir şûnde pêvajoya çareseriyê dê çawa berdewam bike?
Her tişt girêdayê Kobanê ye. Bi hêza ku li dijîbKobanê û Rojava çareserî ne pêkane. Ev jî AKP ye. ji vo vê jî di van şert û mercan de çareserî ne pêkane.
Ji van gotinan em bêjin ku ‘pêvajoya çareseriyê’ qedyaye?
Teqez...Rêber Apo û rayedarên KCK’ê bi dehan carî ev ji rayagiştî re deklere kirin.
Banga we bo gelê Kurd çiye?
Banga me ya aşkera û zelal, em bi xizanî û ji sifirê hatin van rojan. Ev hemû bi hêza gel pêk hatin. Em bi hêza tu kesî nehatin vir. Gel bedel da û tevger mezin kir. Îro dê Kobanê jî wisa be. Bila kes ne di teredutê de be. Encam çi dibe bila bibe ji vir şûnde yên wenda bikin ne emin.Li Rojhilata Navîn dê Kurd qezenc bikin. ji bo vê divê her kes rola xwe ji bo Kobanê bilîze. Divê her tiştî ji YPG û YPJ’ê re nehêle. Ew ji xwe mîsyona xwe tînin cih. divê gelê me yê Ewropa rabe ser piyan. Bêguman têkoşîneke heye lê têr nake. Em pêvajoyeke gelek asayî dijîn. Divê em dakevin kolanan û bandorekê bikin. divê hemû Kurd rabin ser piyan. Dostên Kurdan û aliyên demokratîk xwedî li Kobanê derkevin û li dijî AKP’ê bêdeng nemînin. Divê li dijî Başûrê Kurdistanê bêdeng nemînin.