Ji Komîteya Amadekar a Kongreya Neteweyî agahî
Ji Komîteya Amadekar a Kongreya Neteweyî agahî
Ji Komîteya Amadekar a Kongreya Neteweyî agahî
Di çarçoveya amadekariyên Yekemîn Kongreya Neteweyî ya Kurd de, Sekreteriya Komîteya Amadekar a Kongreyê bi armanca xwegihandina zanyarî û agahdarkirina civakê, ji çawayiya birêveçûna amadekariyên kongreyê û heman demê de ji bo peywendîkirina Komîteya Amadekar û şandina her têbînî, rexne û pêşniyareke pêwîst di vî warî de, "Nivîsîngeha Zanyarî û Peywendiyên Yekemîn Kongreya Neteweyî ya Kurd" vekir.
Amadekariyên Kongreyê di çarçoveya xebata van lijneyan de bi rê ve diçe: Lijneya Prensîbên Hevbeş, Lijneya Siyasî, Lijneya Civaka Azad, Lijneya Çand, Ziman, Huner û Rewşengerî, Lijneya Aborî û Jîngehê, Lîineya (komîsyon) Mafê Parastina Rewa, Lijneya Ragihandin û Lijneya Modela Kongreyê.
Her dezgeh, sazî û kesayetên ku der barê van mijaran de û derbarê kongreyê de bixwazin agahiyan werbigirin, yan têbîniyên xwe bigihînin Komîteya Amadekar a Kongreyê, rasterast dikarin peywendiyê bi vê navnîşan û telefona nivîsîngehê ya li xwarê bikin:
Tel: 00964/ (0) 750 691 0199
E-Mail: [email protected]
https://www.facebook.com/knk.peywendi?ref=hl