Komîteya Amadekar a Çalakiya Rûniştinê ya li Brukselê li ser çalakiya li Brukselê û komkujiya ji aliyê DAIŞ'ê ve hat kirin, daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Di daxuyaniyê de hat bibîr xistin, ku ji 15'ê Adarê û vir ve di serî de Serokkomarê Tirk rayedarên dewleta Tirk çalakiya wan a bi destûra polîsên Belçîkayê li Brukselê pêk anîne, hedef nîşan dane û hat gotin, "Piştî ku rûyê rast ê Erdogan ê dîktator û hin wezaretên dewleta TC teşhîr bû, timî çalakiya me ya rûniştinê hedef nîşan dan. Çeteyên Erdogan-AKP'ê terora xwe ya faşîst a li hemberî gelê Kurd dimeşînin, xwestin li Belçîkayê jî bikin û ji bo betalkirina çalakiya me ya kon, ketin nava her şêwe hewldanan.
Ji bo vê jî Erdogan û dewleta AKP'ê, hêzên xwe yên mîlîter ên faşîst ên li derveyî welat xistin dewrê û kon dan şewitandin. Yên ku li Cizîrê benzîn bi ser mirovan ve rijandin û ew şewitandin, xwestin heman zîhniyeta xwe li paytexta Ewropayê jî dubare bikin.
Çeteyên Erdogan û AKP'ê yên li Kobanê û herêmên din ên Rojavayê Kurdistanê bi destekkirina rêxistina terorê DAIŞ'ê re dixwazin gelê Kurd qetil bikin û teslîm bigirin, îro gefê li hikûmet û gelê Belçîkayê dixwin. Piştî gefên Erdogan çalakgerên DAIŞ'ê li Belçîkayê ketin nava tevgerê û di encama êrîşên DAIŞ'ê de bi dehan sivîl hatin qetilkirin. Erdogan û hikûmeta AKP'ê desteka lojîstîk û siyasî didin rêxistinên terorê yên mîna DAIŞ, El Nûsra û hwd. Lewma ji kuştina mirovên sivîl li Belçîkayê, Erdogan û hikûmeta AKP'ê berpirsyar in."
Di daxuyaniyê de sersaxî ji malbatên kesên di êrîşên bombeyî yên li Brukselê de jiyana xwe ji dest dan û ji tevahiya gelê Belçîkayê re hat xwestin û hat ragihandin, ku li dijî her şêwe êrîşan ew li cem gelê Belçîkayê ne.
ÇALAKÎ WÊ DI 28'Ê ADARÊ D DEWAM BIKE
Komîteya Amadekar a Çalakiya Rûniştinê ya Brukselê da zanîn, ku ji ber êrîşa terorê weke tedbîra ewlekariyê wan heta 27'ê Adarê roja Yekşemê navber dane çalakiya xwe û diyar kir, çalakî wê di 28'ê Adarê saet di 11:00 de ji cihê mayî bidome û banga tevlîbûnê kir.