Ji Komalên Ciwanan bangewaziya bilind kirina tekoşînê

Ji Komalên Ciwanan bangewaziya bilind kirina tekoşînê

Koordînasyona Komalên Ciwanan banga ciwanên kurd kir ku li dijî komkujiya li Geverê çêbûyî bê ku du diliyekî bijîn tekoşînê bilind bikin, bi rûhê serhildanên gel yên şoreşgerî bi herikine qadan, kir.

Koordînasyona Komelên Ciwanan ku girêdayî qetilkirina Mehmet Reşît Îşbilir û Veysel Îşbilir di 6’ê Kanûnê de li Geverê ji aliyê polîsan ve û di boyera protesto kirina vê de birîndarbûna Bêmal Tokçû ji aliyê polîsan ve daxuyaniyek nivîskî weşand. Bangewaziya ku ciwanên kurd bê du diliyekî herî biçûk bijîn serhildanê bilind bikin, kir.

Koordînasyona Komelên Ciwana wiha gotin: “ Şehîd nirxên me yên ku neyê ji bîrkirin û dest jê neyê berdane. Şehîd rastiya ku em kirine em, nirxê herî pîroz yê tekoşîna me ne. AKP’a ku dixwaze bi gotinên weke çareseriya demokratîk, cardin di kiryarên wanên dawî de îmzeya xwe avêtine bin komkujiyekî din. Kurdistan ne baxçeyekî ku dema keyfa Erdogan û dagirkerên wî yên polîs dixwaze sozên çareseriyê û dema ku ne xwaze jî wê di komkujiyan re derbaz bike ye û wê çênebe jî. Dewleta AKP’ê ku ji dervey mûjilkirin û xapandinê ti reçeteyên wê ên din nîne nekariye ji xafleta bi mirinê gelê Kurdistanê yê ku ji bo azadiya xwe canê xwe dide gefan xwe xilas bike.”

Daxuyaniyê bi gotinên weke hêzên dagirger yên çeteyên polîs ku li Kurdistanê hebûna wan provakosyone heya ku ji Kurdistanê dernekevin wê tekoşîn deqek jî ne raweste û wiha dewam kir: “Bila Erdogan û wezîrê wî yê provaksyonê Muammer Guler bizanin ku wê nikaribin toqata gelê Kurdistanê yê hirsa wî a li hember komkujiyan hîna ne zanîne xwe xilas bikin.”

Koordînasyona Komeleyên Ciwanan ku sersaxî ji bo maltanên yên li Geverê jiyana xwe ji destdayîn xwest û wiha dawî li gotinên xwe anîn: “Em banga li Ciwanên qehreman yên Kurdistanê li dijî vê komkujiyê bê ku ti dudiliyek bijîn serhildanê bilind bikin û  bi rûhê serhildanên gel yên şoreşgerî dakevin qadan dikîn. Her wiha em banga li ciwanên Kurdistanê dikîn ku her cihê lê dijîn bila ji çeteyên polîsan re bikin dûjeh.”